
Li Rojava şoreşa perwerdehiyê û destkeftiyên wê
- 09:06 18 Tîrmeh 2025
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Şoreşa Rojava ket sala 13’yan. Hevseroka lijneya Perwerdehî û Hîndekariyê ya Rêvebreiya Xweser a Demokrtîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî der barê pergala perwerdê de nirxandin kir û got: “Bi Şoreşa Rojava re şoreşa ziman jî hat jiyîn.”
Bihara Ereban ku bandor li Sûriyeyê kir û Kurdan li dijî zext û êrişên Rejîma Baas berxweda û berxwedan di 2012’yan de derbasî qonaxek nû bû. Di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de Gelê Kurd li dijî zextan berxweda û pêvajoya Şoreşa Rojava da destpêkirin.
Şoreşa Rojava ku paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas girt ket sala 13’emîn. Bi şoreşê de di qada aborî, leşkerî, siyasî û perwerdê de guherînên mezin çêbûn.
Hevseroka lijneya Perwerdehî û Hîndekariyê ya Rêvebreiya Xweser a Demokrtîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî der barê pergala perwerdê de nirxandin kir
Avakirian pergala perwerdehiya nû
Semîra Hec Elî daxuyakirin ku got beriya şoreşê jî saziyên zimanê Kurdî xebat dimeşandin û got: “Me di 2007’an de li Kobanê 2008’an de li Helebê konfernas pêk anîn. Ji ber rejîma Baas me veşartî dikirin. Me heman awayî li Reqayê civîn pêk dianî. Bi şoreşa rojava re şoreşa ziman jî pêk hat. Li Efrîn, Kobanê û Cizirê dibistan hatin vekirin. Tevlibûn geke mezin bû. Di 2012’yan de li Amûdê konferans pêk anî. Ji bo avakirina mufredatê mamoste hatin perwerdekirin. Ji Mexmûr û Bakur jî piştgirî hat. Di şertên zehmet de mamoste hatin perwerdekirin.”
‘Me encamên girîng girt’
Semîra Hec Elî destnîşan kir ku ji bo perwerde zimanê Kurdî daxwaz gelek zêdeye û wiha anî ziman: “Dîrokên cuda de dibistan hatin çêkirin. Destpêkê bi giştî perwerda Kurdî nehat dayîn. Ji ber beriya vê zimanekî heyî hebû û li ser vê perwerde dihat dayîn. Ji ber vê Kurdî fêrî zarokan hat kirin. Pêvajoya amadekariya perwerda Kurdî divê hebûna. Ji ber vê bi perwerdehiyên din hat berdewamirin. Ligel vê dersa zimanê Kurdî jî hat dayîn. Encamên girîng hatingirtin.”
‘Me mufredat xist jiyanê’
Semîra Hec Elî wiha dirêjî dayê: “Destkeftiya herî mezin a Şoreşa Rojava avakirina perwerdehiya bi zi manê dayikê ye. Di 2014’an de li kantona Cizîr, Kobanê û Efrînê bi zimanê dayikê perwede hat îlankirin. Komîteya perwerdê jî xebata xwe li gorî vê meşand. Heman salê de mufredatên bi Kurdî, Erebî û Suryanî hatin amadekirin. Ji aliyê kesên pispor ve hatin amadekirin. Komîsyona ji 7 kesî pêk dihat niha ji 100’î zêdetir kes têde cih digirin.”
Bi hikûmeta Şamê re hevdîtin
Semîra Hec Elî got pergala perwerdehiya hatiya avakirin en tenê kurd nasname û çandên din jî çand û dîroka xwe fêr dibin û wiha got: “Piştî hilweşîna rejîma Baas me bi hevkariya UNICEF’ê bi wezîrê perwerdê yê hikûmeta Şamê re civîn irkin. Piştre me di 13-14’ê Nîsanê de bi wezaretê re civînek çêkir. Di civînê de ezmûnên hatin ekirin hatin dest girtin. Me niha peyman îmze nekiriye lê hevdîtin didome. Emdi parastina mafê perwerdehiyê de bi biryarin. Niha hevdîtinên me bi Zanîngeha Arîzona re didomin. Her bazar em bi zanîngehê recivînan dikin. Ev jî rewabûna pergala perwerdehiya me nîşan dide.”
Semîre Hec Elî balkişand ser Peyma ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zanîngeha Kobanê re şandiye û got peyama hatiye şandin ew xurt kirine.