
Ger şer tunebûna wê çawa bûya?
- 09:05 26 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - Jinan bersiva pirsa me ya "Şer tunebûna wê çi bibûya?" bersivandin û diyar kirin ku şer bandorek mezin li ser civakê dike û ev rewş jî li her qadê jinan qels dihêle.
Ji ber şerên li her derê cîhanê tên meşandin yên herî zêde bi bandor dibin jin û zarokin. Di roja îro de bi şerên tên jiyîn ev baş tê dîtin. Şer heman demê de bandorek mezin li ser aboriya welat dike û asta aramiyê dadixîne ya herî jêr. Jinan der barê şerê tê jiyîn de pirsa me ya "Şer tunebûna wê çawabûya" bersivandin.
‘Wê li her derê ji bo jinan azadî hebûna’
Gurbet Îpek ji mîkrofonên me re axivî û got ger şer tunebûna wê li hemû cîhanê mirov bi ziman, ol û jiyana xwe bijiyana û got: “Şer tunebûna wê jin li her derê azad bûna. Em ê bi hêz, ziman û rastiya xwe hebûna. Navbera jin û mêr de ferq tuneye. Em wekhev bûna wê îro jin hîn xurtir bûna.”
‘Ez cîhanek bê şer dixwazim’
Gurbet Îpek di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şer tiştekî nebaşe. Aliyên şer hemû winda dikin. Xwezî şer tunebûna. Bêyî sedem bi hev re dikevin şer. Her aliyê şer xwe mafdar dibîne. Şer qirêje û zirarê dide me hemûyan. Ji xwe em encamên wê dibînin. Em cîhanek bê şer dixwazin.”
‘Şer tunebûna wê jin azad bûna’
Jinek din ya bi navê Suheyla Taş jî wiha anî ziman: “Şer tunebûna wê jin azad bûna. Li cihê ku şer tunebe demokrasî heye. Şer tunebûna wê aborî jî baş bûna.”
‘Em jiyanek aştiyane dixwazin’
Nagîhan Îpek jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Yekane pirsgirêka me şer e. Sedema hemû pirsgirêkan şere. Dema erê di zîhniyeta me de bidawî be wê her tişt baş bibe, wê aborî baş bibe. Şerê ku bi sedsalane bandor li jinan dike, ger ku rabe wê jin jî azad bibin. Em jiyaneke aştiyane, aram dixwazin.”
‘Ya ku civakê biguhere destê jinan e’
Derya Çinar jî bi lêv kir ku bandora şer a li ser civakê tê dîtin û got: “Ev rwş jî jinan li her derê qels dihêle. Di rewşa şer tunebin de wê tiştên xweş pêk bên. Divê ji bo vê jin zêdetir dengê xwe derxin. Ez bang li jinan dikim. Yên civakê biguherin, jinin. Yên civakê teşe bikin destê jinan e. Bi sedsalane hewl têdayîn destkeftiyên jinan ji dest bên girtin. Jin tunebin edalet, merhemet tuneye. Her roj jin tên qetilkirin. Lê divê jin êdî netirsin, bêdeng nemînin. Divê xwedî li mafên xwe derkevin. Di bin navê ‘jin azadin’ de jin tên binpêkirin. Mafê wan nayên dayîn. Jinan mafên xwe bizanibûna wê her titş derketiba holê. Îro ne jin ne mêr aramin. Têkiliyên malbatî bandor li civakê dikin. Kes ne di hişmendiya vê de ye. Divê her kes ji xwe dest pê bike û guherînê bike. Hêza jinê têrî her tiştî dike.”