
‘Neavêtina gavan pêvajoyê tune dike’
- 09:02 25 Hezîran 2025
- Rojane
Memîhan Zeydan
WAN - Jinan der barê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku 27’ê Sibatê de kiriye û pêvajoya aştiyê ya didome de nirxandin kirin û gotin: “Gelê Kurd ku bi hezaran salane bedel dide, êdî der barê aştiyê de di bendewariyek mezin de ye. Em di vê pêvajoyê de hewl didin ji şaşiyên xwe dersan derdixin û wisa pêş bikevin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir û PKK’ê di 9’ê Gulanê de daxuyanî da û daxuyakirin ku di 5-6’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe pêk aniye û biryara feshkirinê da. Lê tevî vê dewlet êrîşên xwe didomîne û gavek şênber navêtiye.
Jinan der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ de nirxandin kirin.
Pêşengên pêvajoyê jin in
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Payîzava Berfîn Kuşman da zanîn ku di banga aştî û civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jin di rola pêşeng de ne û wiha vegot: “Pêvajoya em pêşengiya wê dikin ji bo jinan e. Em ê biçin ber hemû deriyan, dest bidin hemû kesî. Heta aştî bi cîhanê bê bihistin em ê şopdarê pêvajoyê bin. Heta dawî em ê têbikoşin û têkoşînê mezin bikin. Em jin hewl didin pêvajoyê ji hemû kesî re vebêjin. Gelê Kurd ku bi hezaran salane bedel dide bi bendewariyek mezin de ne. Em bawerin ku ev bendewariyên me bên cih. Fikarên me tune ne."
‘Em ê bi hev re biserkevin’
Berfîn Kuşman di berdewamiya axaftina xwe de wiha vegot: “Gel dibêje ‘Em bi salan e li benda aştiyê ne bila dewlet gavê bavêje.’Ji bo pergalek demokratîk bendewariya me hemûyan heye. Ji bo vê em kedek mezin didin. Em ciwan rihên vê pêvajoyê ne. Em bang li gelê xwe dikin. Bila hêviya xwe winda nekirn. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku aştiyê mezin bikin. Em ê bihev re biserkevin.”
‘Çi bikeve ser milê ciwanan wê bikin’
Hevşaredara Milazgîrê Gulîstan Ozel jî destnîşan kir ku ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û wiha berdewam kir: “Şerekî bi salane didome heye. Bi taybet ciwanan eleqeder dike. Em di nava şer de mezin bûn. Di vê pêvajoyê de çi bikeve ser milê me ciwanan em ê bikin. Di vê pêvajoyê de keda jinan mezine. Xebatên mezin yên rêxistinên jinan der barê pêvajoyê de heye. Hîna kesên ku pêvajo fêm nekirine hene. Lê em hewl didin di vê pêvajoyê de ji şaşiyên xwe dersan bigirin û pêş bikevin. Divê dewlet bersivê bide bangê. Lê hîna dewletê gavek şênber navêtiye. Divê pêvajo zelal bê meşandin. Dema gav neyên avêtin wê pêvajo tune bibe. Ji ber vê divê li hember xesasiyeta Kurdan gav bên avêtin.”