
Mamoste wê li cezayê dersa 8’ê Adarê dozê vekin
- 09:03 21 Hezîran 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR- Mamoste Evren Nesîl Dînçer ku bi hinceta dersa zayenda civakî vegotine der barê wan de lêpisîn hat vekirin, da zanîn ku divê wekheviya zayenda civakî bibe ders û got wê têkoşîna xwe ya hiqûqê bibin DMME’yê.
Egîtîm Sen a Îzmîrê wek her sal îsal jî bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di çarçoveya ‘Roj û hefteyên diyarkirî’ de saetek dersa xwe ji mijara zayenda civakî re veqetand. Mamosteyên Egîtîm Senê îsal 8’ê Adarê ji ber roja şemiyê bû, heman mijar roja duşemê di 10’ê Adarê de mijara xwe girt dest. Lê bi hinceta ‘mijara zayenda civakî ya ne di mufredatê ye girtine dest’ bi hejmara 657 a Qanûna Memuran a xala 125\B-a li 3 sê mamosteyên Egîtîm Senê der barê 5 mamosteyan de doz vekir. Sekretera jinan a Hejmar 4 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Evren Nesîl Dînçer Çalik da zanîn ku wê têkoşîna hiqûqê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û got wê wekheviya zayenda civakî vebêjin.
Evren Dînçer Çalik daxuyakirin ku weheviya zayenda civakî heta 2016-2017’an di mufredatê de hebûye û heta 2018-2019’an di gelek saziyên dewletê de dihat vegotin. Evren Dînçer Çalik wiha vegot: “Zayenda civakî rewşeke ku bi zanistî û pedagojîk hatiye qebûlkirinê ye. Me jî gelek caran ders adi vê mijarê ve vegotiye û em ê vebêjin jî.”
‘Mijar ne ji derveyê mufredatê ye’
Evren Dînçer Çaliik daxuyakirin ku mijar wek tê îdiakirin ne ji derveyê mufredatê ye û got di çarçoveya "roj û hefteyên diyarkirî de" mijar vegotine û got: “Me jî çarçoveya van roj û hefteyan de bi wesîleya 8’ê Adarê mijar girt dest. Yanî heftey a8’ê Adarê de her tiştê der barê jinan de em dikarin bêjin. Yek ji van jî wekheviya zayenda civakiye.”
‘Memur-Sen li dijî wekheviya zayendî faliyetan dimeşîne’
Evren Dînçer Çaliik daxuyakir ku Memur Senê li dijî sendîkaya wan bi hinceta "zarokan bê zayend dihêlin û LGBTÎ’yan rêxistin dikin" kampanya îmzeyan daye destpêkirin û wiha domand: “Wekheviya zayenda civakî ji bo hemû cîhanê ferze û divê hişmendiya zarokan bê zêkirin. Wezraetê 9’ê Adarê de giştîname weşandiye. Min ev giştîname nedît. Min bidîta jî minê dîsa daxuyaniya xwe bida. 10’ê Adarê de mamosteyên ders vegotin navê wan hatiye xwestin. Min jî dersa wê dabû. Min bixwe ji midûrê dibistanê re gotibû. Beriya vê hişyariyek jî nehatibû. Lê Midûriyeta Perwerdê der barê vê de lêpirsîn vekir.”
‘Divê wek ders bê dayîn’
Evren Dînçer Çalik got ev êrîş ji ser kampanya "sala malbatê" pêk hatiye û pergala dewletê jinê ji malbatê wêdetir nabîne û wiha dirêjî dayê: "Di wekheviya zayendî de li gorî lêkolînên sala 2023’an Tiriye nav 140 welatî de di rêja 129’an de ye. Em her diçin şûnde dikevin.Divê mijara wekheviya zayendî di perwerdehiyê de cih bigire. Tenê di mufredatê de cih girtin têr nake. Divê li zanîngehan li hemû dibistanan wek ders bê dayîn.”
Evren Dînçer Çalik wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rolên zayendî ji welidînê dest pê dikin. Newekhevî ji vir destpê dike. Em wekheviyê vedibêjin. Hemû pirsgirêk ji newekheviyê pêk tên. Rêjeya çûna dibistanê ya zarokên keç li gorî yên kûr pir kêm e. Em ê têkoşîna xwe li dijî vê bimeşînin. Ez ê serî li DMME’ê bidim.”