Ayşe Gokkan ji Girtîgeha Sîncanê peyam şand

  • 12:41 21 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Berdevka Berê ya TJA'yê Ayşe Gokkan ji Girtîeha Sîncanê ya Enqereyê ji 3'emîn Konferansa Platforma Yekitiya Jinên kurd re peyamek şand û got, "Yekitîya Netewa Kurd ya Demokratîk derman û çareserîya hemû pirsgirêk û êşên civaka me ye."  
 
3'yemîn Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO)  dest pê kir. Li salona konferansê bi zaravayên Kurdî; sorani, kirmanckî, kurmanci flamayên ku "Jin, jiyan, azadî" li ser wan hatî nivîsandin hatin daliqandin.
 
Ayşe Gokkan ji bo 3'yemîn Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd peyamek şand.
 
Peyama Ayşe Gokkan wiha ye: "Silav beşdarvanên ezîz û birûmet, hûn hemû bi xêr hatin, li ser seran û li ser çavan hatin. Xwebûn û tevlîbûna we geştir û xweştir be. Em destpêkê bejna xwe li ber jinên ku îro ne di nav me de ne û em anîn vê merheleyê ditewînin. Em wan bi minet bi bîr tînin.
 
 Beşdarvanên delal, Yekitîya Netewa Kurd ya Demokratîk derman û çareserîya hemû pirsgirêk û êşên civaka me ye. 
 
Wekî hûn jî dizanin em di demeke dîrokî de ne. Heta ku em gihîştin vê dema dîrokî di Rojhilata Navîn û cîhanê de çiqas kujer, hêzên qirêj ên ser erdê û yên di bin erdê de hene êrîşî me kirin û hîn jî dikin. Lê belê her êrîşeke ku nikaribû pişta me bişikîne em pê bi hêztir bûn. Ev êrîşên piralî em dorpêç kirine lê em serwext bûn ku tu wendakirin û êş qasî parçebûnê nikare me bipelçiqîne. 
 
Dem dema yekitiya jinên kurd e
 
Niha dem dema yekitîya jinên Kurd e. Di heman demê de jin dê ji avakirina Yekitîya Netewa Kurd a Demokratîk re bibe rêber.
 
Vê carê em destûrê nadin vê fersenda ku me bi hezar û yek zehmetîyan bi dest xistiye ji destê me bişemite.
 
Îro bi felsefeya jin, Jiyan, Azadîyê hewce ye ku em dîroka şoreşa jinê ya neolîtîk bi destanîya rêzeçiyayên zagros-torosan bi hevalbendîya Mezopotamya û Anatolyayê welatê pênc behran re careke din bikin şoreşa serdemê. Avakarên vê destanê û hevalbendên jin bûn 
 
Em ji xwe bawer bin ji bo ku me bi piralî li ber xwe da li dijî zayendperestî, olperestî, navendperestî, nijadperestî, artêşperestî, zanistperestî, oryantalîstî û sermayedarîyê .
Ev heşt nezikbuna  baviksalarî hemû raman û berhemên me afirandin Ji me dizîn û kirin çekên destavêtinê
 
Jin be, kurd be, kurdistanî be, asûrî, suryanî,mehelmî, ermenî, roman, durzî, qereçî, laz, çerkes, elewî, sunnî şoreger be demokratîk be, sosyalîst, ekolojîk be. Lê van tîfakên baviksalarî erîş 20-30 qat zêde kirin. Ango her cudatiyek me kirin sedema erîşên cur be cur.
 
Lewma em hatin merhaleya netewa demokratîk da ku cudatî bi civaka xwe re wekhev û demokratîk xwe rêxistin bikin. Di heman demê de rêxistinên hevpar bi hev re netewa demokratîk ava bikin.
 
 Bi van hest û ramanan ez beşdarvanan yek bi yek silav dikim û hembêz dikim. Jinên ku di rêya azadîya jinê de li Mezopotamya, Anatolya, li welatên pênc behran û cîhanê jiyana xwe ji dest dane silav dikim bejna xwe li ber wan ditewînim.