Li Amedê li dijî hişbirê broşur hat belavkirin

  • 20:04 12 Hezîran 2025
  • Rojane
AMED – Platforma Têkoşîna li dijî Hişbirê li dijî hişbirê ji Qada Şêx Seîd heta Birça Bizinê  broşur belav kirin.
 
Platforma Têkoşîna li dijî Hişbirê bi dirûşmeya ‘li dijî hişbirê bêdeng nemîne’ li Amedê ji Qada Şêx Seîd heta Birca Bizinê  broşur belav kir. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, hevşaredar, rêxistinên DEM Partî û DBP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên civak sivîl tevli bûn.
 
Di meşê de broşurên ku zirarên hişbirê vedigotin hatin belavkirin û welatiyên derdorê jî piştgirî danê.
 
Hevberdevkê Platformê Murat Kan axivî û got bi armanca hişmendiyê wê meş û bernameyên xew bidomînin û got roja şemiyê saet di 17.30’an de wê li Peyasê ji kawşaxa Dunya heta Parka Rojava meşê pêk bînin.
 
Meral Daniş Beştaş jî axivî û da zanîn ku got divê ji bo latformê piştgirî bê dayîn û li dijî hişbirê civak xwe rêxistin bike.
Meş bi axaftinan bidawî bû.