‘Divê ev derfeta aştiyê neyê binpêkirin’

  • 09:04 1 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Buşra Turan
 
ÎZMÎR - Ji Foruma Aştiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut diyar kir ku ji ber bêdengiya li dijî polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê dijhiqûqî li herderê belav bûye û got divê zimanê aştiyê mayînde bibe û jin aştiyê bihûnin.
 
Her çiqas yên şer biafirînin mêr bin jî yên ku di şer de herî zêde bandor dibin jin û zarokin. Ji Foruma Aştiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut der barê mijarê de axivî û got şerê ku 50 sale li Kurdistanê didome xizanî û binpêkirina mafan jî giran kiriye û got: “Ji ber bêdengiya li dijî van polîtîkayan dijhiqûqî li tevahiya Tirkiyeyê belav bûne. Li dijî vê divê aştî bê mayînkdekirin û jin civaka demokratîk û aştiyê bihûnin.
 
Vezan Karabulut daxuyakirin ku li Îzmîrê Jinên Aştiyê yên Foçayê û Dayikên Aştiyê anîne gel hev û li Amedê jî dayikên aştiyê banga aştiyê li dayikên leşker û polîsan kirine. Vezan Karabulut wiha vegot: “Hêviya me eve ku Hêviya me eve ku dayikên Kurd û Tirk bên gel hev û aştiyê bihûnin. Wê ev gavek mezin be.”
 
‘Divê zimanê aştiyê nav civakê de bêbicihkirin’
 
Vezan Karabulut wiha dirêjî dayê: “Di pêvajoya aştiyê de peywir dikeve ser milê hemû kesî. Tevî li welat şer didome tu car di navbera gelan de kîn û dijminahî negihişt asta jor. Tevî her tiştî bi hev re di parvekirinan de bûn. Yanî dijminahî neket navbera gelan. Lê hinek aliyên ku zimanê dewletê bikar tînin, tovên dijminahiyên avêtin. Lê divê zimanê aştiyê nav civakê de bê bicihkirin.Dema wisa be wê ev dijminahî jî ji holê rabe.”
 
‘Bêyî jinan aştî ne pêkane’
 
Vezan Karabulut daxuyakirin ku ji bo aştiyê divê pêvajoya demokratîkbûnê bê destpêkirin û wiha got: “Ev jî bi jinan pêkane. Dema em dibêjin aştî ev wek pakêt nayê ber me. Divê em ava bikin Divê em zimanê aştiyê fêr bibin. Ev jî herî zêde b jinan pêkane. Yanî aştiya ku jin têde tunebe ne aştiya civakiye. Bêyî jinê hevdîtina aştiyê jî ne pêkane.  Mer şer derdixin lê jin aştiyê dikin. Ji ber vê jî bêyî jinan aştî ne pêkane.”
 
‘Divê ev derfet ji dest neyê derxistin’
 
Vezan Karabulut destnîşan kir ku divê Tirkiye pêvajoya aştiyê ji dest bernede û wiha domand: “Pêvajoya 2013’an de hat jiyîn jî bi hêvî bû. Lê têk birin. Ger ev pêvajo jî bê xitimandin wê pêşiya demokratîkbûnê bixitime. Divê ev derfet ji dest neyê derxistin. Ji ber polîtîkayên elwehiyê yên dewletê binpêkirinên mafan jî tên jiyîn. Li welat têgehek ‘terorîzmê’ tê afirandin. Her kes bi vê tê sûcdarkirin. Kesên zimanê destilatdariyê bikarnaynin wek terorîst tên dîtin. Tên girtin.Niha girtîgeh tije bûne. Bêyî sedem di girtîgehan de ne. Ji ber bêdengiya li dijî van pêkanînan îro ev dijhiqûqî bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî belav bûye. Civak di bin lepê rejîma totalîter de ye. Heta aştî neyê wê binpêkirina mafan jî bidawî nebe.”
 
‘Butçeya ji şer re tê veqetandin divê ji ji civakê re bê veqetandin’
 
Vezan Karabulut di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku jin di civakê de newekheviyek mezin re tên rû hev û yên herî zêde ji polîtîkayan zirarê dibînin jinin. Vezan Karabulut wiha dirêjî dayê: “Xizanî herî zêde bandor li jinan dike. Hemû barê malê, xurekên zarokan, çêkirina xwarina malê, li ser milê jinane. Ji sedî 11 butçeya welat diçe ji şer re. Lê dema aştî bê wê ev tablo biguhere. Ji ber vê hemû kesên li alî aştiyê divê bêyî şert û merc hewl bidin.”