
Li Kurdistanê bihuştek: Dêrsîm
- 09:03 1 Hezîran 2025
- Rojane
Gulistan Gulmuş
DÊRSÎM - Dêrsîm ku her demsalê bedewiyên cuda pêşkêş dike, îsal jî bi hatina meha gulanê re ji hezaran welatiyî re malovaniyê dike. Dêrsîm bi pergala bawerî, xweza û dîmenên xwe yên bi heybet, eleqeyek mezin dibîne.
Dêrsîm yek ji bajarên Kurdistanê ku herî zêde tê ziyaretkirinê ye. Dêrsîm bi pergala bawerî, xweza, çand û dîmenên xwe yên bi heybet ji aliyê hezkiriyên xwezayê ve eleqeyek pir mezin dibîne. Dêrsîm ku bi xwezaya xwe wek bihûşta xwezayê ye, her sal bi bedewiyên cuda li bendê kifşkirinê ye. Bi hatina meha gulanê re ji her derê Kurdistan û Tirkiyeyê welatî diherin Dêrsimê û li Dêrsîmê hewaya mîhrîcanê tê jiyîn.
Çiyayên bi heybet
Herî zêde çiyayên Dêrsîmê balê dikişînin. Ji ber ku bi bilindî û bedewaiya xwe bandorek mezin li ser mirovan dikin. Ev çiya ne tenê di alî dîtbarî de di alî ekosîstem , çand û baweriyê de jî girîngin. Çiyayê Zel bi hatina baharê re hemû heybeta xwe radixe ber çavan. Zel tê wateya ‘jinê’. Aysel Dogan di roportajek xwe de Sakîne Cansiz dişibîne Çiyayê Zel.
Gul kulîlkên çiyayê dêrsimê
Dêrsîm ne tenê bi çiyayê xwe bi cureyên gul, kulîlk û cureyên din ên nebatan jî balê dikişîne . Bi hatina biharê û havînê re bi hezran kulîlk vedibûn û xweza şiyar dibe. Yên serdana herêmê dikin xwe di nav tabloyekê de hîs dikin. Ev kulîlk û cureyên din ên nebatan di heman demê de wek şifa jî tên bikaranîn.
Pîroziya xwezayê
Dêrsîm tenê bi bedewiya xwezayê sînor namîne. Di heman demê de jiyana gelê herêmê jî teşe dike. Dêrsîmî, çiyayên xwe kulîlkan tenê wek nirxek turîstîk nabînin, parçeyek jiyana xwe qebûl dikin û pîroz dibînin.
Her sal bi hezaran kes diçin Dêrsîmê. Kesên berê çûbin Dêrsîmê jî dema dîsa diçin wekê cara ewil diçin taybetiyên nû kifş dikin. Gundên wê, newal û geliyên wê, erdên kulîlkan, riyên nav van erdan de derbas dibin, rewşa herî zelal a xwezayê pêşkêş dikin. Dema mirov van riyan de dimeşin, çîrokên hezaran salan jî tên guhdarkirin û pêkane ku mirov di vir de bigihêjin aramiyê.Dêrsîm ne tenê şoleneke dîtbarî heman demê de tecrubeyeke ku rihê mirovan rehet dike ye.