Jin di statuya ji bo zimanê Kurdî de bi israr in

  • 09:02 1 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Elfazi Toral
 
STENBOL - Jinên tevli bernameya Cejna Zimanê Kurdî bûn wiha gotin: “Kurdî bê statu nabe. Em di Kurdî de bi israr in. Em polîtîkayên asîmîlasyon û qedexeyê qebûl nakin.”
 
Komeleya Lêkolînên Kurdî, Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dı 25’ê Gulanê de li Kadikoyê li Parka Yogurtçu bername pêk anîn. Di bernameyê de lîstik hatin lîstin, muzîk hat pêşkêşkirin û her wiha dengbêjan kilamên xwe gotin. Bi sedan welatî tevli bernameyê bûn. Jinên tevli bernameyê bûn ji bo zimanê Kurdî daxwaza statuyê kirin.
 
‘Em di Kurdî de bi israrin’
 
Rêvebera Komeleya Lêkolînên Kurdî Melek Komurcu da zanîn ku bi salane li hember zimanê Kurdî êrîşek cidî heye û li dijî hemû êrîşan jî berxwedanek mezin mijara gotinê ye. Melek Komurcu wiha anî ziman: “Kurd bi salane xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin. Li dijî zext û polîtîkayên asîmîlasyonê xebatên me li her qadê didomin. Em dixwazin zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê. Em ji bo gelê xew û zimanê xwe statuyê dixwazin. Zimanê Kurdî bê statu nabe.  Hemû xebatên me di vî alî de pêş dikevin. Hem li cîhan hem li Tirkiyeyê Kurd hene. Ji ber vê ferze ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Em di Kurdî de bi israrin. Divê Kurdî bibe xwedî statu. Ji bo vê jî têkoşîna me didome.”
 
‘Em qedexeyan qebûl nakin’
 
Melek Komurcu destnîşan kir ku yekane armanca êrîşan tunekirina ziman e û wiha dirêjî dayê: “Dewlet di polîtîkayên tunekirinê de israr dike. Lê Kurdan li dijî êrîşan tu carê şûnde gav neavêtine û est ji zimanê xwe bernedane. Tu kes nikare ziman qedexe bike. Ev tiştekî şaşe. Kurd jî wek her kesî dixwazin bi zimanê xwe biaxivin. Bi çanda xwe bijîn. Em jî kesên ku çand û zimanê me qebûl nakin, wan qebûl nekin. Em xwedî zimanekî bi rumetin. Ji ber vê divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.”
 
‘Yekane daxwaza me zimanê me ye’
 
Remziye Çelîk jî der barê zimanê Kurdî de wiha got: “Ez cejna zimanê Kurdî pîroz dikim. Divê her kes Kurdî fêr bibe. Divê dawî li êrîşên li ser Kurdî bê anîn. Divê zimanê me serbest be û li dibistanan bi zimanê me perwerde bê dayîn. Em dema diçin nexweşxaneyan zehmetiyan dikşînin. Em nikarin derdê xwe bêjin. Hinek doktor Kurdî dizanin lê hinek nizanin. Ji ber vê em nikarin pirsgirêkên xwe bêjin. Em nikarin xwe îfade bikin. Em bi pirsgirêkan re tên rû hev. Em bi Tirkî nikarin xwe îfade bikin. Divê zarokên me zimanê xwe fêr bibin.  Zimanê me hebûna me ye. Ez bang li hemû malbatan dikim. Ziman fêrî zarokên xwe bikin. Yekane daxwaza me zimanê me ye. Zimanê me çanda me ye. Divê em bizanibin û xwedî lê derkevin.”