
Li Cenevreyê bang NY’ê hat kirin:Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê
- 18:50 21 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya xwe ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) domandin. Di çalakiyê de zextên li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê hat protestokirin.
Çalakiya ku her hefte tê lidarxistin vê carê ji bo dawîkirina dorpêça Mexmûrê û piştgiriya siyasî hat lidarxistin.Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Siyasetmedar Nûrettîn Turgut di daxuyaniya xwe de destnîşankir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî hiqûqê ye û bang li NY û saziyên eleqeder kir ku bikevin tevgerê.
Nurettîn Tûrgût bal kişand ser zextên hikûmeta Iraqê û PDK’ê li ser Mexmûrê ku zêde bûne û diyar kir ku tevgera leşkerî ya li derdora kampê û binçavkirinên heyî îşaret bi êrîşekî nû dike. Nurettîn Turgut bêdengiya NY’ê jî weke “durûtiya navneteweyî” binav kir.
Nurettîn Turgut bal kişand ser rewşa siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ku ji ber xebatên xwe yên siyasî li Almanyayê hate girtin û rexne li welatên Ewropayê kir ku li dijî gelê Kurd hevkariyê dikin.