
Halîde Turkoglu: Divê komîsyonek ku jin di nav de hebin bê avakirin
- 10:36 21 Gulan 2025
- Ramyarî
ENQERE -Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bal kişand ser komîsyona ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin û got, "Divê komîsyonek ku jin tê de kirde bin, bê avakirin. Ji ber ku hêza pêşeng a ku li vî welatî aştiya bi rûmet ava bike, hêza jinê ye, dengê jinê ye, gotina jinê ye."
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, beriya civîna Meclîsa Jinê ya ku dê li navenda partiya xwe li dar bixin, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Halîde Turkoglu bal kişand ser salvegera sirgûnkirina Çerkesan û komkujiya ku li ser wan pêk hat. Halîde Turkoglû komkujî şermezar kir û diyar kir ku ji bo ev rewş weke qirkirin bê qebûlkirin têdikoşin divê û ew ê vê têkoşînê bidomînin. Halîde Turkoglû bal kişand ser kongreya ku di navbera 15-17'ê Gulanê de li Silêmaniyê ji aliyê Koordînasyona Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ve bi dirûşma "Ber bi Civaka Demokratîk a li ser bingeha Şoreşa Jinê ve" pêk hat. Halîde Turkoglu diyar kir ku encamnameya kongreyê belgeya daxwaza aştî û demokrasiyê ye.
Girîngiya civaka demokratîk
Halîde Turkoglu bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de kir û got, "Helbet bar û berpirsiyariya pêvajoyên wiha yên dîrokî giran e. Lê belê em jin nûnerên kevneşopiyeke ku em ê bi awayekî herî xurt barê vê pêvajoya dîrokî û aştiya bi rûmet hilgirin ser milên xwe. Em nûnerên têkoşîna ku ji bo vê yekê gelek berdêl û ked daye ne. Mîrateya jinê ya ku me wergirtiye jî bi tecrûbeyên ku em ê vê pêvajoyê bi awayekî herî xurt rêve bin tije ye. Em jin di warê avakirina aştî û civaka demokratîk de xwedî ezmûneke xurt in. Bi van hest û ramanan em bê dudilî vê yekê dibêjin. 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ya Birêz Ocalan jî banga guhertin û veguhertina civakî ye. Em ne ji bo civakeke ku jin tê de bên qetilkirin, tundî li wan bê kirin, bên paşguhkirin û xizan bin, em ji bo civakek bê şîdet û îstîsmar têdikoşin. Ji vê re jî dibêjin civaka demokratîk.
Divê gavên berbiçav bên avêtin
Birêz Öcalan bi banga xwe rê li ber vê yekê vekir û zemîn amade kir. PKK’ê bi lidarxistina kongreya xwe ya 12’emîn bi awayekî herî xurt ev bang pêk. Ji bo ku pêvajo bi awayekî yekalî pêş nekeve, divê desthilatdî demildest bi gavên şênber berpirsyariya xwe bi cih bîne. Di vê çarçoveyê de avakirina komîsyonekê di bin banê Meclîsê de bê avakirin bê guman girîng û hêja ye. Ger di bin banê parlamentoyê de komîsyonek bê avakirin, divê ev komîsyon tu aliyan li derve nehêle. Divê komîsyonek ku jin tê de bibin kirde bê avakirin. Ji ber ku hêza pêşeng a ku dê li vî welatî aştiya bi rûmet ava bike hêza jinê ye, dengê jinê ye, gotina jinê ye. Ezmûna têkoşînê ya jinê ye."
‘Me dest ji berfirehkirina têkoşîna xwe berneda’
Halîde Turkoglu, bal kişand ser qirkirina jinan û pirsgirêkên wan ên ji ber van sedeman, têkoşîna li dijî vê, polîtîka û axaftinên AKP'ê yên li hemberî jinan û got, "Me tu carî dest ji berfirehkirina têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinê li geld zext, binçavkirin û îşkenceyêberneda. Em her tim bûne hêza pêşeng a pêvajoyên aştiyê. Ji bo vê yekê gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dane, em ji her demê zêdetir li ser zemîna avakirina aştî û civaka demokratîk in Ji bo rêhevalên xwe yên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan em soz didin ku em ê bi têkoşîna xwe li dora Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk bibin yek û hevgitin jinan bi rêzdarî silav dikim."