Bi tezên Abdullah Ocalan re veguhertina dîrokî (4)

  • 09:05 18 Gulan 2025
  • Dosya
 
Veguherîna PKK’ê û rola avaker a neteweya demokratîk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de destnîşan dike ku şoreş tevgereke tifaqa civakî ye û li dijî modela netewe-dewletê feraseta neteweya demokratîk radixe pêş çavan. Ev nêzîkatiya li ser bingeha yekîtiya wekhev û dilxwaz a gelên cuda, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya herêmê peymaneke civakî ya nû pêşniyar dike.
 
PKK’ê di 12’yê Gulanê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, 12’yemîn Kongreya xwe li dar xistine. PKK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan Kongreya xwe ya 12’emîn di 5-7’ê Gulanê de li dar xistine û dê agahî û belgeyên têkildarî encam û biryarên kongreyê hatin aşkerekirin. 
 
Gelek nirxandin û şîrove derbarê mijarê de tên kirin. Me di vê beşa dosyaya xwe de bal kişand ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê şerê gel ê şoreşgerî û îttîfaqê ya ku parêzanmeyê de cih girtî. 
 
Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de dibêje “Her şoreş hevgirtin û îttîfaqek e” û wiha berdewam dike: “Di şoreşan de ne bi tenê hêz safî têne beramberî hev, lê du dinya têne beramberî hevdu. Di îdeolojiya şoreşan de pêşketina civaka gerdûnî xulase hatiye destnîşankirin. Di îdeolojiya dijşoreşê de jî heman pîvan heye; bi xulaseya ezmûna gerdûnî ya hêzên dijber tevdigerin. Di rastiya polîtîk de hevgirtin û îttîfaq bêhtir berbiçav in. Aktualîteya polîtîkayê îttîfaqan bêhtir berbiçav dike.
 
PKK û sosyalîzm
 
Îdeolojiya PKK’ê bi ezmûna sosyalîzma pêkhatî çêbûye. Sosyalîzma pêkhatî jî rastiyeke welê ye ku karekterê xwe yê enternasyonal bi awayekî berbiçav raber kiriye. Peyva enternasyonlîzmê bi xwe jî di nava xwe de maneya hevgirtin û piştgiriya navneteweyî dihewîne. PKK’ê ji aliyê polîtîk ve di şertên sosyalîzma pêkhatî de hewl daye hebûna xwe pêk bîne. Di şertên neteweyî û navneteweyî de tercîhkirina bloka sosyalîzma pêkhatî, mîna ku ji berê ve ji roja derketina wê ve hatibe destnîşankirin. Pirsgirêk ji têgihiştina hevgirtina wê ya teorîk nîne, hevgirtin ê di pratîkê de çawa bi gewde bibe, pirsgirêk ev e. Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di nava şert û mercên sosyalîzma Tirkiyê de tercîheke rast bû.”
 
‘Di çarçoveya hevgirtinê de tevbigerin’
 
Abdullah Ocalan wiha bal kişand ser rola Tevgerên Sosyalîst: “Derketina holê ya PKK’ê de mirov nikare rola Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê ji nedîtî ve bê. Eger Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê curretî şer nekiribûya, mirov nikare îdea bike ku wê PKK’ê bi tena serê xwe curretî şerê şoreşgerî bikira, ev îdea bi tenê qîmeteke xwe ya ferazî heye. Ev tê wê maneyê ku pêşengên şoreşgerî yên gel ên çarenûsa wan li bin banê heman dewletê hatiye hûnandin li gorî xwezaya wan a civakî ye ku beriya her tiştî di nava xwe de hev bigirin û di çarçoveya vê hevgirtinê de tevbigerin.”
 
Di nav Tevgerên Şoregeriyê de PKK
 
Abdullah Ocalan da zanîn ku ji aliyê teorîk ve, piştgiriya Tirk, Kurd, komên çandî û çînên din bivênevê ye, lê mijara tê guftûgokirin ne ev e, di pratîkbûnê de asta ji hev qutbûnê tê guftûgokirin û wiha berdewam kir: “Di vê de rola hewldanên hêzên xayîn û tesfiyekar ên ketine nava tevgera şoreşgerî û berjewendiyên wan zirardîtî heye. Tevgera PKK’ê di nava Tevgera Şoreşgerî ya Tirkiyê de weke parçeyekî pêk hat. Yên nikarin xwe li vê ragirin û hewl didin xwe ji vê bişon, ji sedî sed bi bûyîna wan a sîxurên îdeolojiya neteweya serdest ku bi zanebûn an jî bi awayekî xweber ketine nava refên şoreşgerî, mumkîn e. Dibe ku mirov ji millet û çînên cuda bin, ev li pêşiya hevgirtin û îttîfaqan asteng nîne. Berevajî hevgirtin bi saya van cudahiyan bêhtir girîng dibin. Armancên şoreşgerî hevgirtina yekîtiyên di asta herî jêr de ferz dikin. Hevgirtin çawa ku di nava heman rêxistinê de dibin, di nava rêxistinên cuda de jî pêkan in. Di tevgerên sosyalîst û demokratîk ên Tirkiyê de hevgirtinên mayînde û têkûz pêk nehatin, ev ji nêz ve têkiliya xwe bi hewldanên hêzên antî-demokratîk û antî-sosyalîst re heye. Îdeolojiya şoven a civakî, kengî nabe hêza polîtîk xwe diyar û eşkere dike.”
 
Di nav PKK'ê nasnameyên enternasyonalist
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bal kişand ser nasnameya enternasyonalist a PKK’ê û got: “Bêguman gelek kom û kesên egîd ên ji rêûresma gelê Tirk tên û xwe weke çepgir bi nav dikin di nava têkoşîna azadiyê û nasnameya enternasyonalîst a PKK’ê de û li cem wê cih girtine. Bi PKK’ê re hev girtine û bûne yek. Di serî de Kemal Pîr û Hakî Karer, gelek heval û hevrêyên me yên jin û mêr ên bi koka xwe Tirk weke kadroyên herî hêja yên PKK’ê heta bigihîjin şehadetê li refên pêş ên têkoşînê cih girtin û şer kirin. Di nava refên PKK’ê de hînê jî gelek heval û hevriyên me yên wisa hene. Herweha ji roja destpêkê heta roja me ya îro gelek kom û kesan erka dostanî û hevgirtinê bi cih anîne. Lê pirraniya hêzên çepgir bi hegemonya eskerî û îdeolojîk a faşîzma Tirkê Spî yan hatin bêdengkirin an jî dibe ku bi zanebûn û dibe ku bi awayekî xweber xistin rewşekê ku bibin destikdarên vê hegemonyayê. 
 
Têkiliyên Anatolya û Mezopotamyayê
 
Ev helwest bi xwe tê wê maneyê ku hêmanên civaka modern a Tirk têkiliya stratejîk a Kurd û Tirk ji bîr kirine û naxwazin li vê têkiliyê serwext bibin ku ev têkiliya behsa wê tê kirin ji şerê Kurd û Tirkan li dijî Împaratoriya Bîzansê di 1071’ê de li Melezgirê û serketina vî şerî ve hebû yan jî diviyabû hebûna. Dîsa bi vê helwestê têkiliyên Anatolya û Mezopotamyayê yên bi desthilatdariya hevpar û jiyana civakî ya hevpar ên li ser stûnên sereke radiwestin, înkar dikin. Hêmanên modernîteya Tirkê Spî dîrokê ji qirkirina Kurdan a di sala 1925’an de didin destpêkirin, ji ber ku ji wê demê ve dest pê kirin bîreweriyeke sexte û înkarker a civak û dîrokê ava kirin. Bi heman awayî, sentezkarên berê û yên nû yên Tirk-Îslamê Kurdîtî li derve hiştin û destek dan asîmîlekirina Kurdan. Ji ber ku Îslamiyên ummetgir ên sexte ji heman têgihiştina qirker bi tesîr bûbûn û ji ber paronaya wan a biratiyê bû. Bîreweriyeke rast a dîrok û civakê dikare nîşan bide ku bi giştî çandên Anatolya û Mezopotamyayê, bi taybetî jî di navbera çandên civakî yên Kurd û Tirkan de têkiliyên hevpar ên xurt, azad û wekhev hene û ev têkilî maneyeke stratejîk û heyatî îfade dikin.”
 
Têkiliyên adil, azad û wekhev…
 
Abdullah Ocalan, da zanîn ku ne bi tenê di navbera Kurd û Tirkan, hêzên sosyalîst û demokratîk de, ji bo di navbera tevahiya hêzên gel ên civakî de dostaniyên manedar bi pêş bikevin û hevgirtin pêk bên, beriya her tiştî pêdivî bi bîreweriyeke rast a dîrokî û civakî heye û wiha berdewam kir: “Eger mirov tevahiya dîrokê danûstendina çandan rast nede naskirin, roja me ya îro nikare hevgirtin û têkiliyên adil, azad û wekhev bi pêş bixe; weke îfadeya berbiçav a van têkilî û hevgirtinan destûreke demokratîk pêk bîne. Lewma modernîteya Tirk divê zêhniyeta xwe ya tekperest a faşîst ku dîroka Tirk û nirxên wê yên çandî jî tine dihesibîne, biterikîne, û li şûna wê avahiya civakan a pirrçandî û dîroka wan a dewlemend qebûl bike. Bi kêmanî hêzên civakî yên di nava heman sînorên siyasî de ku alîgirê bihevrebûneke dostane û birayane ne, divê ji rastiyên hev ên dîrokî û civakî re rêzê bigirin û bi hurmet bin, hevdu bi awayekî azad û wekhev qebûl bikin û ev yek çawa ku ji wan re ji bo li ser bingehê hevgirtin û dostaniyên mayînde û demeke dirêj bimînin pêwîst e, herweha bingehê yekîtiya wan a hêz û çalakiyên rojane ye jî; ji bo bi hev re rejîmeke destûrî ya demokratîk ava bikin cewherê meseleyê ye.
 
PKK’ê tevî tesfiyeyên berfireh ên hem li derve û hem jî li hundir zanî li gorî şert û mercan tevbigere, veguherînên hewce bi hosteyî pêk bîne û li ser bingehê serketina polîtîk û helwesteke bêhtir bi pîvan bi modernîteya demokratîk a alternatîf li hemberî modernîteya kapîtalîst rawest e. Di veguherîna demokratîk û şoreşgerî ya Rojhilata Navîn de rola xwe ya li pêş a aktoriyê dewam kiriye.”
 
Dewleta netewe çiqasî diyardeyeke sosyalîst e?
 
Abdullah Ocalan, diyar kir ku di tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî de PKK bi nêzîkatiyên xwe yên sosyalîzma pêkhatî herî zêde, di warê dewletparêziya netewe de tengav bû û got: “Rastiya kontrgerîlla ya dewleta netewe ya li dijî wê şer dikir, di mijara armanc û maneya şerê şoreşgerî de rê li ber dudiliyan vekir. Ya ji vê jî xirabtir, rêbazên herdu aliyan her ku çû şibiyan hevdu. Sosyalîzma îdealîst a PKK’ê li hemberî rastiya dewletparêziya netewe her ku çû tengav bû. Sedema bingehîn a pêxîrtengiya ji sala 1995’an ve her ku çû derket holê, ev rastî bi xwe bû. Gelo dewleta netewe çiqasî diyardeyeke sosyalîst e, çiqasî mumkîn e ku bê pêkanîn? Li gorî bersivdana van herdu pirsên sereke yan pêxîrtengî wê rê li ber tesfiyeyê vekirana yan jî wê bi analîzeke neteweyî ya cuda bi encam bibûya. Di vê nuqteyê de têgîna kilît a ji bo xwe rizgarkirina ji pêxîrtengiya îdeolojîk têgîna neteweya demokratîk e.
 
Armanca neteweperestan
 
Dema ku PKK weke kom derket holê weke ‘Neteweparêzan’ hat binavkirin û ev ne şaş bû. Dîsa binavkirinên weke ‘Rizgarîxwazên Neteweyî’ û ‘Artêşa Rizgariya Neteweyî’ heman maneyan tîne bîra mirovan û rastiya dihat xwestin were temsîlkirin, îfade dikirin. Propagandakariya îdeolojîk a demê bi awayekî bingehîn realîteya neteweyî ya Kurd bû. Me nedixwest ku em weke milletperest bêne şîrovekirin û di bingehê vê de jî girêdana me ya xurt a bi Enternasyonala Sosyalîst re hebû. Lê me nikarîbû xwe ji realîteya neteweyî qut bikira. Ango dema ku têgîn ji netewetiyê ber bi netewegiriyê ve şemitî, hingê tehlûke çêdibû ku bişibe îdeolojiyên milletperest û neteweperestên ku armanca wan dewleta netewe ye. Dîsa jî di qonaxa îdeolojîk de ji me nedihat ku em van xetên tenik û tayên zirav ji hev derxin. 
 
Pêngava 1984’an şaxên xwe yên neteweyî berdan û rê li ber şertên şerê neteweyî yê şoreşgerî vekir û bivênevê vê yekê em ji nêz ve bi têgînên desthilatdarî û dewleta netewe re rûbirû kirin. Me şer bi hêzên gel dimeşand. Çi feodal û çi jî bûrjûwa di navbera me û tebeqeya jor de sînorek hebû. Gavavêtin û çûyîna me ber bi aliyê neteweyî ve têgîna şerê gel bêhukim nedikir. Li şûna netewetiya bûrjûwayê hêdî hêdî têgîneke mîna netewetiya gel pêk dihat.
 
Di Şoreşa Kurdistanê de alternatî
 
Neteweya demokratîk ne bi tenê têgîn e, weke rastî jî berbiçav dibe. PKK’ê di dema qonaxa koma îdeolojîk de têkoşîna li dijî milletperestiya neteweya bindest û serdest meşandî, di çarçoveya tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî de dîsa li dijî herdu dewletparêziyên netewe weke têkoşîna neteweya demokratîk dewam dike. Dewletên netewe yên serdest bi tenê bi hêzên zorê yên eşkere yên li ber çavan û hevkarên xwe yên bi peran hewl didin li ser piyan bimînin, lê tevî milletperestiyên li dora wê hemûyan, tevî destekdarên wê yên hundir û derve hemûyan, tevgera neteweya demokratîk wê dorê li dewletparêziya netewe ya Kurd bigire û wê tecrîd bike. Di Şoreşa Kurdistanê de cara pêşî ye ku alternatîfa dewleta netewe û alternatîfa neteweya demokratîk hewl didin bi hev re rol bigirin.
 
Çerxên mekanîzmayên qirkirina çandî
 
Neteweya demokratîk di zêhnê gel de weke şoreşa herî girîng a bîreweriyê hat hûnandin, xweseriya demokratîk jî weke şoreşa herî girîng a bi gewdebûnê li her parçeyî hat avakirin. Çerxên mekanîzmayên qirkirina çandî ya dewletên netewe yên Tirkî, Îran, Iraq û Sûrî bi giranî vala digerin û her beşê gelê Kurd ê li van parçeyan, bûn parçeyekî avaker û afirîner ê neteweya demokratîk. Şerê gel ê şoreşgerî ne bi tenê qirkirina çandî ya hegemonya dused salên dawî ya modernîteya kapîtalîst û komploya dewletparêziya netewe ya ajan derxist holê, jê hat ku weke alternatîf li her parçeyî neteweya demokratîk di zêhnê her mirovê Kurd ê durist de û di bedena her civaka Kurd de pêk bîne û ev serketineke mezin e. 
 
Serkeftina dîrokî 
 
Li ser vî bingehî, di serî de gelên cîran ango gelên Tirk, Ereb û Fars, çandên hindikayiyên din û gelên tesfiye bi serê wan de hatine (Ermenî, Grek, Suryanî û yên wekî wan) ji bo weke koma neteweyên demokratîk di nava xwe de bi dostanî piştgiriya hev bikin û bi rola pêşengiyê ya di avakirina modernîteya demokratîk de rabin û vê serketina dîrokî li nava herêmê û dinyayê bi pêş bixin, derî bi temamî vekirine.”