Ji doza Dunya Ozbîlgîn biryar derket

  • 19:58 14 Gulan 2025
  • Hiqûq
RIHA – Gumanbar Ahmet Ozbîlgîn jina bi navê Dunya Ozbîlgîn bi îşkenceyê qetilkiribû. Di runiştina biryarê ya dozê de li gumanbar cezayê muebeta giran hat birîn.
 
Li navçeya Wêranşar a Rihayê Ahmet Ozbîlgîn, Dunya Ozbîlgîn ya pê re zewicandibû bi îşkenceyê qetil kiribû. Runiştina biryarê ya dozê li Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Wêranşarê hat dîtin. Gumanbar bi SEGBÎS’ê tevli runiştinê bû. Malbata Dunya Ozbîlgîn, parêzer û parêzerên endamên navenda jinan a Baroya Rihayê jî di runiştinê de amadebûn.
Di runiştina beriya vê de dozger di mutalaya xwe de ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ ceza xwestibû. 
 
Piştî parastinan heyetê navber da runiştinê û ji sûcê ‘ji qestî hevjîn û jin qetilkirin’ cezayê muebeta giran birî.  Heyetê ceza danexist.