Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê hat binçavkirin

  • 11:44 21 Gulan 2025
  • Rojane
 
 
STENBOL - Rêvebera Navenda Giştî ya OHD'ê Rûken Gulagaci hat binçavkirin.
 
Rûken Gulagaci, rêvebera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), duh piştî ku ji Girtîgeha Kandirayê derket, ku di çarçoveya karên xwe yên pîşeyî de çûbû wir, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve bi hinceta ku derbarê wê de biryara girtinê heye, hate binçavkirin.
 
OHD'ê ji ser hesabê xwe yê X'ê diyar kir ku Rûken Gulagaci di 20'ê Gulanê de hatiye binçavkirin.