Endamê komîsyonê yê DEM Partiyê yê nû hat aşkerakirin
- 13:47 7 Tebax 2025
 - Ramyarî
 
	ENQERE - Endamê 5’emîn ê Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê yê DEM Partiyê bû Wekîlê Stenbolê Celal Firat. 
	Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê, endamê 5’emîn ê Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê yê DEM Partiyê aşkera kir. Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat bû endamê nû yê komîsyonê. 
				
				
				
				
				
				





