Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Partiya Çep
- 16:48 11 Hezîran 2025
 - Ramyarî
 
	ENQERE - Meclîsa Jinan a  DEM Partiyê di çarçoveya "Hevdîtinên Jinan di Avakirina Civaka Aştî û Demokratîk de" de bi Partiya Çep re civiya.
	Di vê çarçoveyê de Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu û heyeta pê re bi Berdevka Partiya Çep Îlknur Başer, endamên Yekitiya Wekheviya Zayendî Serpîl Akpinar û Dilara Kurtuluş re hevdîtin pêk anîn.
	Di civînê de girîngiya çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayê ku gelê Kurd dixwaze hate destnîşankirin û girîngiya bêdengkirina çekan û avakirina aştiyê hate destnîşankirin. Hate diyarkirin ku pirsgirêka Kurd birîna xwînrêj a welêt e û heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, demokratîkbûn û veguherînek sosyalîst a alîgirê kedê çênabe.

				
				
				
				
				





