Emekli Sen: Kujerê Rojîn Kabaîş çima tên parastin ?
- 15:04 4 Mijdar 2025
 - Rojane
 
	WAN - Şaxa DÎSK Emekli Sen a Wanê têkildarî Rojîn Kabaîş diyar kir ku hêzek naxwaza mirina bi guman a Rojîn Kabaîş eşkere bibe û dixwazin pêvajoya aştiyê provake bikin. 
	Şaxa DÎSK Emekli Sen a Wanê têkildarî Rojîn Kabaîş li Parka Ahmedê Xanî ya Wanê daxuyaniya çapemeniyê da û diyar kir ku hêzek naxwaza mirina bi guman a Rojîn Kabaîş eşkere bibe û dixwazin pêvajoya aştiyê provake bikin. Rêxistinên girseya demokratîk û nûnerên partiyan tevli daxuyaniyê bûn. 
	Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaxa DÎSK Emekli Sen a Wanê Timur Sayyigit ve hat xwendin. 
	Di daxuyaniyê de, wiha hat gotin: "Qatilên Rojîn Kabaiş zêdetirî salekê ye li ku ne û çima tên parastin? Kî ji parastina van qatilên ku mirovan dikujin sûd werdigire? Divê hûn raya giştî ronî bikin. Em dixwazin kujerên Rojin Kabaiş li dadgehê hesab bidin."
	Daxuyanî wiha ye:
	"Em bang li rektor û rayedarên din dikin: Di navbera dema ku Rojin Kabaiş ji wargeha xwe derket û cihê kuştina wê de çend kamera hebûn? We van kamerayan tespît kirine? Ger we kamera tespît kirine, çima hûn dîmenan bi raya giştî re parve nakin? Hûn ji kê ditirsin û çima ditirsin? Dema ku hûn vê mijarê bêtir dişopînin, em, raya giştî, dê heta dawiyê li kêleka we bin. Em êdî naxwazin ku li vê herêmê kuştin çêbibin. Hêzek heye ku dixwaze kuştina Rojin Kabaiş neyê ronîkirin û ew hewl didin ku pêvajoya aştiyê provoke bikin. Ev ê zirarê bide tevahiya welêt. Hûn ê behsa aştî, xwişk û biratiyê bikin û di heman demê de kujerên Rojin Kabaiş biparêzin? Ev nayê qebûlkirin. Rojin Kabaiş serhildana me ye; bila Rojîn nemirin.”

				
				
				
				
				





