DEM Partî û CHP’ê hevdîtin kirin
- 16:41 20 Gulan 2025
 - Ramyarî
 
	ENQERE - Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel de bi dawî bû. Hevdîtin, saetek û 20 deqeyan domiya. 
	Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarê (CHP) bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin kir. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî tev li şandeyê bûn.
	Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin û saetek û 20 deqeyan domiya. Şandeya DEM Partiyê piştre jî çû serdana Partiya Yenîden Refahê (YRP). 

				
				
				
				
				





