Li Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
- 14:52 20 Çile 2022
 - Jiyan
 
	ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê ji ber berfa barî gelek rêyên gundan hatin girtin.
	Li Şirnex û bajarên heremê ji ber berfa ku dibare rêyên gelek gundan hat girtin. Li şirnexê jî berfê li navçe û gundan rê girtin û ji ber berfê welatiyan gelek zahmetî jiyan. 
	Li navenda Şirnexê û navçeyên wê bi giştî 112 gund û 17 mezra ji ber berfê rêyên wan hatin girtin. Li navedê berfa dibare 50 santîm derbas kir. Herwiha li Elkê û qilebanê jî berfê  2 metre derbas kir.
	Herwiha li gundên Zedga û Xinisê yên Silopiyê ku koçer lê ne jî  berfê rê girtin demên zahmet hatin jiyîn. Lê Şaredariya Silopiyê serê sibehê rêyên van gundan vekirin.

				
				
				
				
				





