Lêpirsîna Gulîstan Doku: Tevî îfadeyên bi nakok hat berdan
- 09:07 20 Gulan 2026
- Hiqûq
Şehriban Aslan
AMED - Di lêpirsîna Gulîstan Doku de kêliyê nû derdikevin holê. Tê dîgotin ku îfadeyên Ugurcan Akçikgoz yên der barê roja bûyerê de bi îfadeyên şahidan û qeydên bazê re li hev nake. Sedema berdana wî nayê zanîn.
Xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku 6 sal berê winda bû. Di ve pêvajoyê de di lêpirsînê de tu pêşketin nehat jiyîn û herî dawî di meha Nîsanê de binçavkirin û girtin hatin jiyîn. 17 kes hatin binçavkirin û 12 jê hat girtin. Piştî vê di îfadeyan de jî derket holê ku delîl çawa hatine reşkirin. Di îfadeyên kesên hatine binçavkirin de nakokî jî balê dikşînin. Me xwe gîhand îfadeyên Ugurcan Açikgoz ê hevalê gumanbar Mustafa Turkay Sonel bû. Ugurcan Açikgoz di îfadeyê de îdia dike ku Gulîstanê bi tu awayî nas nake, lê dîmenên mobese û sînyalên telefonê berovajî vê dibêje.
6 salan dîmenên ekranan hat veşartin
Di nûçeya xwe ya beriya vê de me balkişandibû ser îfadeya Ugurcan Açikgoz ya li dozgeriyê ku ji bo xwe xilas bike peyam û dîmenên ekranê yên 6 sal berê pêşkêşî dozgeriyê hatibûn kirin.
Ugurcan Açikgoz di îfadeya xwe de îdia dike ku 27’ê Kanûna 2019’an de qet neçûye Navenda Civanan. Lê di sînyala bazê de hat tespîtkirin ku li wir bûye. Ugurcan Açikgoz îdia kir ku neçûye navendê, çûye kafeya Ot ya nêzî wê derê û bi hevalê xwe Mustafa Turkay sonel re xwarin xwariye. Her wiha îdia kir ku ji ber xaltika hevala wî ya bi navê E. ji aliyê zavayê wan wan ve tundî dîtiye ji ber vê bi wan re hatiye gel hev. E. di îfadeya dozgeriyê de diyar dike ku Ugurcan Açikgoz ji bo xwe ji sûc xilas bike wisa dibêje.
Îfadeyên Ugurcan Açikgoz hatin derewandin
E. got rewşa li hember xaltîka wê ne di 27’ê Kanûna 2019’an de di 1’ê Çileyê 2020’an de hatiye jiyîn û rewşê întîkalê dozgeriyê kiriye. E. di îfadeya xwe de ewiha got: “Qeydên bûyerê li dozgeriyê hene. Kesê ku dibêje zavayê min e, bi xaltîka min re ne zewicandiye. Hevalê wê bû. Ugurcan Açikgoz di îfadeya xwe de gotibû ‘Turkya ez û E. Em li kafeya Ot bûn. Zayê E. bi xaltîka wê re şer kiribû. Ji bo axaftinê gazî E. kiribû otoparka navendê. Em jî ji bo ku pevçûn dernekeve çûn wir’. Lê ev bûyer di sibat an jî meha Adarê de bibû. Yanî Ugurcan di vê mijarê de îfadeya şaş daye. Ev bûyer di sibat an jî Adarê de pêk hatibû. Em li kafeya Ot bûn. Hevalê xaltiya min li wir bû. Min gazî hevalê xaltika xwe kir bir derve. Ugurcan bi min re hat derve. Em runiştin. Em neçûn otoparqê jî. Wê demê Turkay Sonel li wir tunebû. Yanî ez di 27’ê Kanûna 2019’an ne li Ot Kafeyê bûm.”
Bi vê re îfadeyên Ugurcan Açikgoz careke din hatin rizandin. Her wiha hat tespîtkirin ku Ugurcan Açikgotz ji 28’ê Kanûnê heta 31’ê Kanûnê bi Umut Altaş re he rtim bi telfeonê axiviye. Her çiqas Ugurcan Açikgoz bêje ez Gulîstan Doku nas nakim jî di kamerayên mobeseyê de tê dîtin ku di 4’ê Çileyê 2020’an de çûye Kafeya hanimelî ya Gulîstan lê dixebite. Her wiha hevdîtinên telefonê yên roja ku Gulîstan Doku winda bûye jî derketin holê.
Parêzerê dosyayê Alî Çîmen jî diyar kiribû ku divê Ugurcan Açikgoz bê girtin.







