Şaredariya Amedê ji bo daxwazên gel stant danî

  • 16:04 20 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku pirsgirêk, daxwaz û pêşniyarên welatiyan guhdar û tomar bikr, di parkan de stant danî.
 
Tîmên "Çareseriya li Cih" ên ser bi Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşandin û Têkiliyên Gel re, ji bo ku nêrîn, pêşniyar û daxwazên welatiyan ên der barê xizmetguzariyên şaredariyê de guhdar bike, xebatên xwe berdewam dikin.
 
Tîmên ku bi germbûna hewayê re li nav parkên ku welatî zêde wextê xwe lê derbas dikin stant danî, li navçeya Rezanê (Baglar) di Parka Mîlet û Parka Rîhanê de ligel welatiyan hatin ba hev.
 
Di stantên hatin vedan de, der barê xizmetên şaredariyê de agahî ji welatiyan re hatin dayîn û bi armanca wergirtina rasterast a daxwaz û gileyiyan qutiyên bi navê “Gotin a We ye” hatin danîn. Welatiyên ku serdana parkan kirin; daxwaz, pêşniyar û gileyiyên xwe xistin nava zerfan û avêtin nava qutiyan.
 
Tîmên Çareseriya li Cih, serlêdanên ji welatiyan hatin, tomar kirin û ji bo ku ji yekeyên pêwendîdar re bên şandin, kom kirin. Bi vê xebatê tê armanckirin ku bendewariyên rûniştvanên bajêr ên der barê xizmetên şaredariyê de rasterast li qadê bên girtin û pêvajoyên çareseriyê bên lezandin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gorî nêzîkatiya xizmetguzariyê ya li ser bingeha daxwazên gel, wê xebatên wekî hev li xalên cuda yên bajêr bidomîne. Tîm, bi taybetî li qadên ku welatî lê zêde ne, wê stantan vekin û guhdarîkirina li pirsgirêk û daxwazan a li cihê wê bidomînin.