Li Hespîstanê peyama têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê
- 11:21 23 Mijdar 2026
- Rojane
WAN – Jinên ku ji bo xebata atolyeyê li taxa Hespistanê ya navçeya Qelqeliyê hatin cem hev, çalakiyeke ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de hat organîze kirin û bal kişandin ser pêwîstiya berfirehkirina têkoşîna kolektîf a li dijî serdestiya mêr.
Li taxa Hespistanê ya navçeya Qelqelî ya Wanê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de, çalakiyek ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê ve li mala gel hat organîzekirin. Di çalakiyê de Hevseroka rêxistina navçeya Qelqeliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Mevlude Hazir, Hevşaredara Qelqeliyê Sakine Kutpinar; endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Wanê, Aynur Tarhan, çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA), Filiz Arslan, her wiha endamên meclîsa şaredariyê, karmendên Midûriyeta Polîtîkayên Jinan û gelek jinên din amade bûn.
Di dema atolyeyê de, beşdaran tecrûbe, daxwaz û nêrînên xwe yên derbarê têkoşînê de parve kirin. Jin bi bi taybet li ser girîngiya hevgirtin û çalakiya kolektîf sekinîn û pabendbûna xwe ya ji bo berdewamkirina têkoşîna li dijî tundî, kuştina jinan û zîhniyeta baviksalarî anîn ziman. Jinan destnîşan kirin ku ew ê dev ji armanca xwe ya avakirina jiyaneke ku bi wekhevî, azadî û nebûna tundiyê tê pênasekirin, bernedin.
Her wiha, TJA’yê bang li hemû jinan kir ku beşdarî wê meşê bibin ku di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de tê organîzekirin.







