KJAR'ê pakrewanên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

  • 12:18 19 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR, pakrewanên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî û got: "Em wekî hevrêyên wan şehîdan soz didin ku xwedî li nirx û mîrateya wan derkevin û di şopa wan de têkoşîna xwe bidomînin."
 
Komelgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî ku dema dawî şehadeta wan hate ragihandin.
 
Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
"Dema ku behsa rastiyên şehîdan û berdêlên wan tê kirin, divê ruh, hest û ramana me jî li gorî giraniya wan rastiyan bin. Bi taybetî li welatekî weke Kurdistanê, ku êş û zehmetiyên jiyanê di her aliyê wê de kûr in, divê her kes li gorî hêza xwe hewl bide ku bersiva van rastiyên giran û çareseriyên wan bibîne.
 
Dijmin bi sed salan e ku êrîşên xwe yên fîzîkî, derûnî, çandî û siyasî li ser gelê Kurd didomîne. Gelê Kurd, tevî koçberî, girtin, kuştin û hemû zehmetiyên giran, her tim bi berxwedanê li hemberî van êrîşan rawestiyaye. Lê di nav vê dîroka tijî êş û zehmetiyan de, qehremanên ku berjewendiyên kesane yên xwe dan aliyekî û evîn û hesreta azadiyê ji dijminê xwe re neguherandin, derketin holê. Ew hevalên ku heta dawiyê li ser rêya xwe man, berxwedan û di vê rê de şehîd bûn.
 
Dema ku behsa berxwedana van hevalan tê kirin, divê têgeh û wateya vê berxwedanê jî bi kûrahî were nirxandin. Di dîroka Kurdistanê de, berxwedana wan hevalan rastiyeke bêhempa ye. Bi salan di şikeftan de, bê av, bê xwarin û bê razanê, di bin gefa berdewam a êrîşên dijmin û bombardîmanên kîmyayî de, li hemberî yek ji hovîtiyên herî mezin ên dîrokê li ber xwe dan. Ev berxwedan bi xweberî pêk nehat; ji bo avakirina wê zanebûn, bawerî, îrade û amadekariyeke kûr pêwîst bû.
 
Van hevalên şehîd, ku bi rêberiya Rêber Apo mezin bûbûn, di asta herî bilind a jiyana komînal de bûn. Ew bi ruhê xwe yê komînal, fedakariya bêhempa û şêwaza xwe ya jiyanê di nav tunelên şer û çeperên cuda de yekîtiyekê diafirandin. Her tim bi têkoşîn û fedakariya xwe ronahiya hêviyê zêdetir dikirin û rêya azadiyê bedewtir dikirin. Bê guman, bêyî vê ruhê komînal û baweriya kûr, ne mimkûn bû ku berxwedan bigihîje vê astê.
 
Dema ku mirov li hemû hûrguliyên berxwedana van şehîdan dinihêre û li ser wan difikire, dibîne ku mirov hem wekî hevalên wan û hem jî wekî endamên gelê Kurd, li hemberî wan rastiyan xwe deyîndar dibîne. Rast e ku malbatên ku berdêl dane, bi taybetî dayik û bavên wan, êş û xemgîniyeke giran dijîn. Lê divê ev yek jî were zanîn ku van şehîdan bi jiyana xwe destana lehengî û berxwedaniyê nivîsandiye. Ew bi zanebûneke kûr dizanîn ku ji bo armanca xwe çi biryarê didin û ji bo vê armancê çi berdêlê didin. Ev rastiyên jiyanê ne ku her kes dikare bi wan re rû bi rû bibe û wan bijî. Lê ew heval, ji bo welatekî bindest, bi can û xwîna xwe dîrokeke nû nivîsandin.
 
Li ser vê bingehê, divê her Kurd, bi taybetî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û malbatên ku berdêl dane, nêzîkatiyeke bi berpirsiyarî û hişmendî li hemberî van rastiyan nîşan bidin. Nêzîkatiyên hestyarî û xemgîniya kûr li hemberî windakirina wan qehremanên mezin tiştekî xwezayî ye; ji ber ku tu kes nikare cihê wan tijî bike. Lê di heman demê de, divê em ji bilî bîranîna wan, wateya siyasî, civakî û felsefî ya berxwedaniya wan jî fam bikin û biparêzin.
 
Divê gelê me baş bizane ku di nava rastiyên dijwar ên şer û berxwedanê de, her kes bi biryar û helwesta xwe beşdarî çarenûsa vê têkoşînê dibe. Dijmin bi rêya êrîşên şerê taybet dixwaze vîna berxwedanê bişkîne, nirxên wê ji holê rake û bîranîna wê bêwate bike. Ji ber vê yekê, erkê me ew e ku em rastiyên ku van hevalan jiyane baş nas bikin, wan ji nifşên nû re veguhezînin û bîranîna wan bi berdewamkirina nirxên wan zindî bihêlin.
 
Malbatên me yên ku berdêl dane, divê ew rastiyên ku van hevalan jiyane bi awayekî kûr bişopînin û bîranîna wan ne tenê wekî bîranîna kesên windakirî, lê wekî mîrateyeke fikirî, siyasî û jiyanî biparêzin. Van şehîdan bi berdêla jiyana xwe bûn mamosteyên herî mezin ên jiyanê. Ew wesiyet û nirxên lehengên dîrokê, wekî Qazî Mihemed, ji bîr nekirin û wekî wan rêberên leheng, xeta berxwedanê kirin bingehê jiyana xwe.
 
Di vê çarçoveyê de, em weke Komelgeya Jinên Azad Ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), ji bo bîranîna şehîdên Rojhilatê Kurdistanê ku navên wan hatine ragihandinê, piştgiriya xwe ji malbatên wan re dubare dikin. Em wekî hevrêyên wan şehîdan soz didin ku xwedî li nirx û mîrateya wan derkevin û di şopa wan de têkoşîna xwe bidomînin. Em ê di hemû şert û mercan de vîna xwe xurtir bikin û wekî tîrêjên rojê, ronahiya rêya azadiyê bidomînin. Em bîranîna şehîdan bi berdewamkirina rê û nirxên wan zindî dihêlin."