Dê girtî ji bo Evîn Zapsu dest bi greva birçîbûnê bikin

  • 10:32 17 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyana Kayseriyê, eger Evîn Zapsu ya ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye neyê berdan, dê dest bi greva birçîbûnê bikin.
 
Rewşa tenduristiya Evîn Zapsu ya girtiya ku bi giranî nexweş e û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyana Kayseriyê tê ragirtin hîn jî di xeterê de ye. Piştî ku di biyopsiya li Nexweşxaneya Bajêr a Kayseriyê derket holê ku ew bi penceşêra malzarokê ya qonaxa 4'emîn ketiye û şaneyên penceşêrê belavî organên wê yên hundirîn bûne, bangên ji bo berdana wê berdewam dikin.
 
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), hevjînê Evîn Zapsuyê, Mecit Zapsu, diyar kir ku malbata girtiyeke din pê re ketiye têkiliyê û ragihandiye ku eger Evîn Zapsu neyê berdan, girtiyên jin plan dikin ku dest bi greva birçîbûnê bikin.