Festîvala Fîlman a Rojava dest pê kir

  • 12:57 13 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - 6’emîn Festîvala Fîlm a Rojava, bi bîranîna kesên ku di komkujiya Sînema Amûdê de jiyana xwe ji dest dan, dest pê kir.
 
Festîvala Fîlm a Navneteweyî ya Rojavayê ku îsal li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cara 6’an tê lidarxistin, dest pê kir.
 
Festîvala ku bi dirûşma "Çîrokên Hevpar, Sinemaya Azad" tê lidarxistin, bi bîranîna 283 zarokên ku di sala 1960’î de ji bo piştevaniya bi gelê Cezayîrê re çûbûn sînemaya Amûdê û di şewata li sînemayê de jiyana xwe ji dest dabûn, dest pê kir. Li gel malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, gelek kes tev li bîranînê bûn. Hevserokê Komîna Fîlm a Rojava Şîrîn Yûsif axivî.
 
Ferhat Merde û Mamoste Beşîr Melenava ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane helbestek xwendin. Kesên ku ji komkujiyê rizgar bûn Mihemed Emîn Ebdulselam û Îbrahîm Rustem şahidiyên xwe vegotin.
 
Bîranîn bi stranan bi dawî bû.