Ji bo zimanê dayikê li ber wezaretê bang kirin

  • 13:44 12 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê bi daxwaza budçe ji perwerdehiya bê pere û mafê zimanê dayikê re were veqetandin li ber Wezareta Perwerdehiyê daxuyanî da û gotin: "Mafê zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Divê perwerdeyi bi Kurdî û hemû zimanên dayikê bi cih were û dawî li polîtîkayên yek zimanî yê perwerdehiyê were anîn."
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê, bi daxwaza budçe ji bo perwerdehiya bê pere û zimanê dayikê were veqetandin li ber Wezareta Perwerdehiyê daxuyanî da. Endam û nûnerên saziyên demokratîk û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankrta li ser, “Budçe ji bo perwerdehiyeke zanist, bê pere û zimanê dayikê” dinivisî hate vêkirin. Her wiha girseyê dovîzên li ser, “Ne ji bo sermayeyê ji bo perwerdehiyê budçe” dinivisî rakirin û dirûşmeyên, “Zimanê me hebûna me ye” û “Zimanê me rûmeta me” berz kirin.
 
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê Yilmaz Yildirimci daxuyanî xwend. Yılmaz Yildirimci destnîşan kir ku ew budçeya ne ji bo perwerdehiya bê pere û zimanê dayikê napejirînin û wiha got: “Xwarina bê pere ji bo xwendekaran mafek e. Krîza aborî û polîtîkayên AKPê yên ji bo sermayeyê xizaniya zarokan zêdetir dike. Bi milyonan zarok ji mafê perwerdehiyê bêpar mane. Rêgeza dewleta civakî û wekheviya perwerdehiyê ji holê rabû ye. Tevî vê yekê jî budçeya sala 2027'an ne ji bo perwerdehiyê û xwendekaran lê ji bo sermayeyê hatiye veqetandin. Li ser navê MESEMê zarokan dikin karker. Divê MESEM ji holê bê rakirin û budçe ji bo mafê xwendekaran were veqetandin. Li gorî daneyan 95 zarok ji ber kontrolek baş nehatiye kirin di MESEMê de jiyana xwe ji dest dane.”
 
Yilmaz Yildirimci da zanîn ku divê mafê perwerdehiya zimanê Kurdî û hemû zimanên dayikê bê nasîn û ev yek anî ziman: “Mafê zimanê dayikê bingeha hemwelatiya wekhev û aştiyê ye. Lê budçeya Wezareta Perwerdehiyê polîtîkayên yek ziman, yek netew û yek baweriyê didomîne. Mafê zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye. Parastina mafê zimanê dayikê parastina demokrasî û aştiyê ye.”
 
Yilmaz Yildirimci daxwazên partiya xwe wiha anîn ziman û ev daxwaz wiha rêz kir:
 
* Divê li hemû dibistanan mafê xwarina bêpere ya xwendekaran bi cih were û zarok bigihîjin xwarin û vexwarina paqij.
 
* Divê pêkanîna MESEMê bi dawî bibe û zarokan nebin karker.
 
* Mafê zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Divê perwerdeyi bi Kurdî û hemû zimanên dayikê bi cih were û dawî li polîtîkayên yek zimanî yê perwerdehiyê were anîn.
 
* Divê budçe ne ji bo rantê, sermayeyê û faîzê lê ji bo xwendekar û perwerdehiyê bê veqetandin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.