Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed: Em bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

  • 12:40 12 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed diyar kir ku mafê xweparastinê yê jinan garantiya jiyan û azadiya wan e û got: "Ev sedsal sedsala jinê ye. Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin."
 
Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rûksen Mihemed bi tecrûbeya têkoşînê ya 15 salan bersiv da van pirsan û bal kişand ser îradeya jinan a parastina azadî û jiyana xwe. Rûksen Mihemed ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku jin nikarin parastina xwe ji hinekan re bihêle.
 
Bi Şoreşa Rojava re jinan rêxistiniya xwe çêkir û vê yekê li qada parastinê jî kir ku hêzeke xweser bê avakirin. Rûksen Mihemed işaret bi rola YPJ'ê ya di nava vê pêvajoya dîrokî de kir û got: "YPJ'ê bi xwe re dîrokek jinûve nivîsand: Dîrokeke nû ya têkoşînê ya jinê. Ji ber ku cara yekê hêzeke xweser a jinê hate avakirin. Vê rewşê pêşî li jinê vekir ku li her qadê temsîliyeta xwe ava bike.
 
Di jiyana jinekê de eger xweparastin nebe maf, hiqûq û jiyana wê jî ewle nabe. YPJ'ê ev yek pêk anî. Sîstemeke bi ewle, bi rûmet û cihê tundiyê nîne ava kir. Têkoşîna YPJ'ê 15 salan ne tenê jinên li Rojava û Rojhilata Navîn, her wiha jinên li seranserê cîhanê di binê sîwaneke hevpar a têkoşînê de gihand hev. Kir ku di nava jinan de helwesteke hevpar û ruhê piştevaniyê derkeve holê."
 
Berdevka YPJ'ê anî ziman ku rêxistiniya jinan a li qada parastinê destpêkê bi naskirina nasnameya xwe destpê kir, işaret bi aliyên dîrokî û fikrî yên vê pêvajoyê kir û wiha axivî: "Bi Şoreşa Rojava re rêxistiniya jinê destpê kir û bû mecbûriyetek ku jin li qada parastinê cih bigirin. Lê belê beriya her tiştî diviyabû jinê nasname û hebûna xwe nas bike, bi dîroka xwe zanîbûya û hişmendiya parastinê bi dest bixista. Me destpêkê ev feraset ji xwe re kir esas. Ji bo me bû pîvana bingehîn ku jin ji xwe bawer bikin, karibin fikrê xwe bi rengekî azad bînin ziman û biryarên xwe bi xwe bidin. Piştre jî vê nêzîkatiyê kir ku jin bêhtir giraniyê bide ser qada parastinê."
 
Li Sûriyeyê nîqaş li ser avakirina serdema nû tê kirin. Cihê jinan ê li nava vê sîstemê jî yek ji sernavên girîng e. Rûksen Mihemed nêzîkatiya hikumeta demkî ya Şamê nirxand, anî ziman ku rêxistinî û îradeya jinê nayê naskirin û got, "Hikumeta demkî ya li Şamê hîn qanih nebûye ku doz û azadiya jinê meseleyeke bingehînî ye. Hîn pê nehesiyan e ku heta rêxistiniya jinê nebe welatek ava nabe, li qadên parastin û ewlekariyê aramî mayinde nabe. Mejiyê serweriya mêr timî dide pêş.
 
Divê ev mejî bê guhertin. Ji ber ku neheqiyên li jinê tê kirin di heman demê de li civakê tê kirin. Di nava sîstema bê avakirin de divê mafên qanûnî, hiqûqî û siyasî yên jinan bêne ewlekirin. Naskirina jinê tê wateya naskirina îrade û sîstema jinê. Cihdayina li jinan li hin qadan nayê wê wateyê ku îradeya jinan hatiye naskirin. Di vê mijarê de girîng e guhertinên cidî werin kirin û gavên şênber bêne avêtin."
 
Hevdîtinên li ser statuya YPJ'ê demeke dirêj e dewam dike. YPJ'ê di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihandibû ku li hev hatiye kirin ku li Heleb û Hesekê du yekîneyên taybet bêne avakirin. Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed destnîşan kir ku lihevkirina navborî hîn li qadê derbasî pratîkê nebûye.
 
Rûksen Mihemed rexne kir ku hevdîtin bi rêya navbeynkaran tê kirin û anî ziman ku divê di navbera fermandariyan de yekser diyalog bê danîn. Rûksen Mihemed got, "Li hev hate kirin ku YPJ bi rengê du tabûrên taybet di nava statuya avabûnê de bên qebûlkirin û di her tabûrê de jî 400 şervan^ne jin hebin. Lê belê li ser hejmarên cuda wê hevdîtin bêne kirin. Di nava du hefteyên derbasbûyî de me agahiyên li ser sîcîla hezar û 484 hevalên xwe radest kir. Lê belê peymana li ser qebûlkirina du tabûran hîn neketiye pratîkê.
 
Dixwazim vê bibêjim: Ev gav bi rêya navbeynkaran tên eavêtin, di navbera fermandariyên me de diyalogeke yekser nehatiye danîn. Eger diyalog yekser bi fermandariyên me re bê danîn ev gav wê hîn bi lez û encamgir bêne avêtin. Nedanîna diyaloga yekser kêmasiyeke girîng e û ev yek di heman demê de nîşaneya vî mejî ye. Danîna diyaloga yekser a aliyên pêwendîdar nêzîkatiya herî rast e."
 
Rûksen Mihemed diyar kir ku destketiyên jinan ên heta niha divê bêne aprastin, têkoşîna azadiyê dewam bike û got, "Niha li dijî sîstema jinê gelek êriş têne kirin. Lewma em jin, li her cihê ku em lê ne divê ji têkoşînê paşve gavê neavêjin. Ev sedsal sedsala jinê ye. Em ê êdî jiyana xwe bi xwe ava bikin. Tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin.
 
Li dijî hercûre ferzkirinê divê em nerazîbûna xwe nîşan bidin û ti carî tawîzê ji rêya têkoşînê nedin. Bi parastina destketiyên xwe em ê misogeriya siyasî û destûra bingehînî pêk bînin."
 
Rûksen Mihemed bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê peyamek da û got, "Belê, di 25'ê Mijdarê de li dijî tundiya li jinê helwesteke xurt tê nîşandan. Lê belê li hemberî van êriş, tundî û ferzkirinan ne tenê 25'ê Mijdarê divê her roj têkoşîn bê meşandin."