Li Xana Axpar hevdîtin: Em ê tundiyê bi hev re rawestînin
- 20:43 10 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - Li mezra Brûsk a Xana Axpar hevdîtina jinan pêk hat û di hevdîtinê de rolên zayenda civakî û têkoşîna azadiya jinê, ji bo jiyaneke azad û wekhev piştevanî û rêxistibûn hate nirxandin.
Li mezraya Brûsk a taxa Husîka a Xana Axpaar a Amedê, ji aliyê Navenda Jinan a Jînwar a Şaredariya Xana Axpar ve hevdîtina jinan pêk hat. Hevşaredara Xana Axpar Semra Akyuz, endamên meclîsê û gelek jin tevli bûn. Pankarta ‘Ji bo jiyanek azad û bê tundî gotina me neqedya,em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ hat daliqandin.
Jiyanek wekhev û azad
Di hevdîtinê de rolên zayenda civakî yên pergala serdest ya mêr ferz dike û têkoşîna azadiya jinê hat nirxandin û der barê xurtkirina piştevanî û jiyana azad wekhev de dan û standina nêrînan hat kirin.
Hevdîtin piştî nirxandinên xurtkirina piştevaniya jinan, bidawî bû.







