Li Xana Axpar hevdîtin: Em ê tundiyê bi hev re rawestînin 2026-11-10 20:43:05   AMED - Li mezra Brûsk a Xana Axpar hevdîtina jinan pêk hat û di hevdîtinê de rolên zayenda civakî û têkoşîna azadiya jinê, ji bo jiyaneke azad û wekhev piştevanî û rêxistibûn hate nirxandin.   Li mezraya Brûsk a taxa Husîka a Xana Axpaar a Amedê, ji aliyê Navenda Jinan a Jînwar a Şaredariya Xana Axpar ve hevdîtina jinan pêk hat. Hevşaredara Xana Axpar Semra Akyuz, endamên meclîsê û gelek jin tevli bûn. Pankarta ‘Ji bo jiyanek azad û bê tundî gotina me neqedya,em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ hat daliqandin.   Jiyanek wekhev û azad   Di hevdîtinê de  rolên zayenda civakî yên pergala serdest ya mêr ferz dike û têkoşîna azadiya jinê hat nirxandin û der barê xurtkirina piştevanî û jiyana azad wekhev de dan û standina nêrînan hat kirin.   Hevdîtin piştî nirxandinên xurtkirina piştevaniya jinan, bidawî bû.