Li Zozanê Mişarê qirkirina daran didome
- 14:52 8 Mijdar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Bi tonan darê berû yên li Zozane Mişarê yê Çiyayê Gabarê yê Şirnexê di demên cuda de hatin birîn li kêleka rê hatin komkirin.
Li Zozanê Mişarê yê Çiyayê Gabarê yê Şirnexê birîna daran dewam dike. Hate ragihandin ku bi nêzîkbûna zivistanê re birîna daran bi taybetî li pala çiyê ya li aliyê navçeya Dihê ya Sêrtê zêde bûye.
Di dîmenan de ku li Zozanê Mişarê yê Dihê hatiye kişandin, tê dîtin ku bi tonan darê berû yên di demên cuda de hatin birîn li kêleka rê hatine bicihkirin. Qurmikên daran ên li ser hev hatine danîn, li kêleka rê bi sedan metre dirêj e.
Li aliyê din baroyên Şirnex û Sêrtê ji bo rawestandina birîna daran a li herêmê li serdozgeriyên komarê gilî kirin.







