KJAR: Çarenûsa du endamên me nayê zanîn
- 13:33 8 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê du endamên Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li bajarê Urmiyeyê girtine û heta niha jî çarenûsa wan nayê zanîn. KJAR’ê derbarê windakirina her du endamên xwe de hişyarî da.
Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên rejîma Îranê du endamên Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) yên bi navên Zehra Pîrdehqan (32 salî û xelkê Çaldiranê) di 25’ê Hezîranê de û Perwîn Rasiq Qizilbaş (33 salî û xelkê Makûyê) di 28’ê Hezîranê de li bajarê Urmiyeyê girtine û ev yek jî binpêkirina eşkere ya mafên bingehîn ên mirovan e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî gotinên zarok û malbatên van her du çalakvanan, tevî ku di ser girtina wan re gelek meh derbas bûne jî, tu agahiyeke zelal derbarê cihê girtinê, rewşa tendurustî û çarenûsa wan de di dest de nîne; her wiha saziyên ewlehî û dadwerî derbarê çarenûsa jinên çalakvan de ti agahî nadin.
KJAR’ê hişyariyê dide ku windakirina bi zorê û bêbeşkirina girtiyan ji mafê hebûna parêzer, peywendiya berdewam û hevdîtina bi malbatên wan re, binpêkirina pîvanên yasayî û navneteweyî ye.
KJAR’ê di dawiyê de ku demek ji ya din zûtir cihê girtina Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş bê eşkerere kirin, tendurustî û mafên wan ên yasayî bên mîsoger kirin.







