Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê
- 16:03 4 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştgirî dan çalakiya Dayikên Aştiyê û destnîşan kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê pêk were.
Jinên li Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyekê piştgirî dan hewldana Dayikên Aştiyê ku li Enqereyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoyê bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin.
Jinan bang li raya giştî kirin ku li hember bêdengiya heyî û neheqiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin bibin xwedî helwest.
Daxuyanî li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan jinan û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Îşar Fatma Bîlen axivî û wiha got: “Em di serî de silav û hezkirinên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Ji Sibata 2025’an ve pêvajoyek hatiye destpêkirin. Rêbertî û Gerîlayan gelek gav avêtine. Lê belê heta niha jî dewletê gavên şênber ne avêtine. Hîn jî girtiyên me di girtîgehan de ne. Hîn jî Rêber Apo di bin tecrîdekî de ye. Ji bo wê em banga aştiyê dikin. Em çaalkiya Dayîkên Aştiyê silav dikin. Em piştgirî didin wan û daxwaza wan daxwaza me ye. Em aştiyê dixwazin û emê ji bo wê têbikoşin. Heta ku em Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî di nava xwe de nebînin em dest ji çalakî û xebatên xwe bernadin.”
Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.







