Baroya Amedê: Erka hiqûqê ne bêdengkirina zimanan e

  • 13:51 4 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Baroya Amedê gotinên Serokê Baroya Stenbolê Umît Kocasakal ên derbarê bikaranîna zimanê Kurdî de şermezar kir û diyar kir ku erka hiqûqê ne bêdengkirina zimanan e, lê parastina maf û azadiyan e.
 
Serokê Baroya Stenbolê Umît Kocasakal çend roj berê derbarê daxuyaniyên baroyan ku bi zimanê Kurdî dikin de gotibû ku, “Baro nikarin ji bilî Tirkî bi zimanekî din daxuyanian bidin û belav bikin.” Baroya Amedê bi daxuyaniyek nivîskî ev nêzîkatiya li ser zimanê Kurdî şermezar kir.
 
Baroya Amedê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi zimanê civakê agahdarkirin erka bingehîn a saziyan e û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Daxuyaniya baroyekî ya bi Kurdî ne binpêkirina xala sêyan a Destûra Bingehîn e. Baro, dema ku bi Kurdî daxuyaniyan didin û civakê bi zimanê wê agahdar dikin, yek ji erkên xwe yên bingehîn, ango parastina mafên mirovan, bi cih tînin. Gotina ku baro nikarin bi zimanê kurdî daxuyanî û parvekirinan bikin, nîşan dide ku ew kesên di hesreta ‘Tirkiyeya kevn’ de ne, hewl didin zimanê Kurdên ku yek ji gelên damezirîner ên vî welatî ne, bi tevahî qedexe bikin. Erka hiqûqê ne bêdengkirina zimanan e, lê parastina maf û azadiyan e.”
 
Baroya Amedê di dawiya daxuyaniya xwe de gotinên şaş ên li dijî zimanê Kurdî şermezar kir.