Nobeda Dayikên Aştiyê:20 saet rê ji bo aştiyê hatin
- 20:56 2 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE – Dayikên Aştiyê ku çalakiya xwe ya nobetê li Parka Kurtuluşê didomînin, diyar dikin ku ji bo aştiyê hatine diyar kirin ku ew 20 saet rê ji bo aştiyê hatine û gotin: "Me çend Cejn, çend meh hejmartin? Êdî bes e; êdî dema ku gav bên avêtinê ye."
Piştî banga ji bo aştiyê û civakeke demokratîk ku ji aliyê rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibata 2025’an de hat kirin, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo ku ev pêvajo veguhere aştiyeke mayinde, xebatan dimeşînin. Zêdetirî 300 Dayikên Aştiyê ku ji 24 bajarên cuda hatine, gihîştin Enqereyê ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, berdana girtiyên siyasî û avêtina gavên şênber ji aliyê hikûmetê ve bikin. Dayikan piştî daxuyaniyeke çapemeniyê li Parka Meclisê, li Parka Kurtuluşê dest bi çalakiya nobetê ya li konan kirin.
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakırhan, ligel hejmarek parlamenterên DEM Partiyê, serdana çalakiya nobetê kirin ku tevahiya rojê berdewam kir. Her wiha, ji bilî gelek rêxistinên demokratîk, Partiya Ji Nû Ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) jî serdana Dayikên Aştiyê li cihê çalakiya wan kir.
Di dema çalakiyê de, dayikan stranên aştiyê gotin û govend gerandin.
Seyhan Kayitbey ku ji bo aştiyê 20 saetan ji Bedlîsê rêwîtî kiribû tevî ku di beşa jêrîn a pişta wê de heşt parçeyên metal hene, di çalakiya li Parka Kurtuluşê de cihê xwe girt. Seyhan Kayitbey ku ji mîkrofona me re axivî, diyar kir ku her çend berdevkên hikûmetê gelek caran soz dabûn ku zarokên wan dê ji girtîgehê bên berdan û azadiya xwe bi dest bixin jî ev yek hîn pêk nehatiye û anî ziman ku endamên Dayikên Aştiyê bi baweriya ku zarokên wan dê heta Cejna Remezanê bên berdan, diçûn diyariyên cejnê jî dikirîn, lê her carê dilşikestî diman.
‘45 kesam ji me 20 saetan rêwîtî kirin
Seyhan Kayitbey got: "Me ji bo aştiyê 20 saetan rêwîtî kir. Tenê me dixapînin û demê dirêj dikin. Ji me re gotin ‘li benda Cejna Remezanê bin' baş e, Cejn hat û derbas bû. Me roj yek bi yek hejmartin, lê cejn derbas bû û em dîsa bi destên vala man. Paşê gotin, 'Li benda Tîrmehê bin em ê gavan bavêjin, em ê deriyên girtîgehan vekin'lê Tîrmeh jî hat û derbas bû. Xewa li me herimiye; em nikarin jiyana xwe ya rojane jî bidomînin, ji ber ku em hemû dema xwe bi hejmartina rojan derbas dikin. Ez dixwazim zarokê min were berdan. Bila deriyên girtîgehan vekin! Gotin 'Cotmeh'me di Cotmehê de jî roj hejmartin, ew jî derbas bû. Niha jî dibêjin 'Çile'. Em diçin Parlamentoyê, em diçin ber girtîgehan û em di bin konan de dimînin. Em ê berdewam bikin, lê divê êdî me bi sozên vala nexapînin. Em 45 kes in ku bi hev re siwarî otobusekê bûn. Zarokê her yek ji me an li çiyê ye, an di girtîgehê de ye, an jî di bin axê de ye. Dilê me dişewite, lê ya ku em dixwazin tenê aştÎ ye."
Keç li sirgûnê,dayikek di çalakiyê de ye
Seyhan Kayitbey diyar kir ku keça wê, Mizgin Kayıtbey, ev 11 sal in girtiya siyasî ye û got ku keça wê gelek caran ji girtîgeheke din hatiye şandin yeke din ango sirgûnkirin. Seyhan Kayitbey dibêje: "Bila herî kêm ji me re bibêjin 'Ev ê pêk were, em ê gavan bavêjin'ne hewce ye ku mehekê diyar bikin jî. Bila me ceza nekin.”
Nobed dewam dike.







