Ji bo kampa Waşûkanî bang: Divê vegera malbatan bê lezkirin
- 20:56 31 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî lehiyan, li kampên Waşûkanî û El-Telae yên Hesekê şertên jiyanê girantir bû. Komîteya Koçberên Serêkaniyê bang kir ku beriya zivistanê kon bên temîrkirin û veger bên lezkirin.
Şertên mirovî yên malbatên koçber ên ku li kampên Waşûkanî û El-Telae yên li parêzgeha Hesekê ya Sûriyeyê dijîn, piştî baran û lehiyên dawî girantir bû. Komîteya Koçberên Serêkaniyê bang kir ku beriya zivistanê piştgiriya bi lez a stargehê bê dayîn û pêvajoya vegera malbatan a li warên wan bê lezkirin.
Berdevkê Komîteyê Mehmûd Cemîl di daxuyaniya Shafaq Newsê de diyar kir ku konên li her du kampan kevin bûne û êdî li ber baran, serma û germahiyên zêde nikarin parastineke têrker bikin. Cemîl da zanîn ku komîteyê ev heft sal in ji saziyên alîkariya mirovî piştgirî û konên nû xwestine, lê ev daxwaz bi qasî tê xwestin bi cih nehatine.
Daxwaza lezkirina vegeran hat kirin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vegera malbatên koçber a ji bo warên wan de derengketinên îdarî û astengiyên cihêreng çêdibin û bang li hikûmeta Sûriyeyê kir ku qada karwanên vegerê yên bi organîze berfireh bike û hejmara malbatên ku wê vegerin zêde bike.
Mehmûd Cemîl ji heyeta Serokatiya Sûriyeyê, saziyên navneteweyî û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) yên ku pêvajoya vegerê dişopînin xwest ku beriya zivistanê şert û mercên jiyana li kampan dijwartir bibe, piştgiriyê bidin lezkirina vegeran.
3 hezar û 278 malbat vegeriyan
Bi 6 karwanên vegerê yên organîzekirî ku ji meha Tebaxê ve hatine birêxistinkirin bi giştî 3 hezar û 278 malbat vegeriyan warên xwe.
Beşek ji malbatan vegeriyan Serêkaniyê û gundewarên wê, yên din jî ji bo bicihbûnê vegeriyan gundên derdora Til Temir, Zirgan û Ebû Rasîn ên li bakurê Hesekê.







