Girtî di bin zextan de ne: Dest ji vê helwestê berdin

  • 09:06 31 Cotmeh 2026
  • Rojane
WAN - Jinan bertek nîşanê astengkirina tahliyeya girtiyan dan û bang li Wezareta Dadê kirin û gotin: “Demildest dest ji vê helwestê berdin.”
 
Tevî nîqaşên Qanûna Çarçoveyî û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ji bo azadiya girtiyên siyasî tu gav nayên avêtin, ligel vê girtiyên ku tahliyeya wan hatiye jî nayên tahliyekirin, înfaza wan tê şewitandin, Lijneyên Îdarî û Şopandinê (ÎGK)biryarên kêfî didomîne.Bertekên li dijî van pêkanînan didomin, têkoşîna girtiyan a li dijî ferzkirina poşmanî û şewitandina înfazan didome.
 
Jinan bertek nîşanê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û biryarên kêfî yên lijneyê dan û ji bo azadiya girtiyan banga gavên şênber kirin.
 
‘Astengkirina tahliyeyan gel dike fikaran’
 
Jina bi navê Edîbe Babur got pêvajoya aştiyê du slae didome, gav tên avêtin lê dewlet ji bo girtiyên siyasî tu gavê navêje û got: “Ev rewş gel dike fikaran.Lijneya Îdarî û Şopandinê poşmaniyê li girtiyan ferz dike. Dibêje ‘hûn bêjin em poşmanin, em ê te berdin’.Li ser girtiyan tehdîdek wisa heye. Gelek girtiyênnexweş hene. Yên nexweşên giran hene. Lê poşmaniyê li girtiyan ferz dikin. Em ji ber vê bifikarin û xemgînin.”
 
Banga ji bo wezareta dadê
 
Edîbe Babur bang li Edaleta Dadê kir û wiha domand: “Bila dest ji van pêkanînan, dest ji vê helwestê berdin. Divê ev lijne bê rakirin. Tu wateya vê lijneyê tune ye. Ji xwe re lijneyek avakirine. Bila girtiyên me berdin ku em jî bi wan bawer bikin. Baweriya gel bi dewletê nemaye. Mafdarin ji ber partiya me tevgera me gavên girîng davêje. Lê dewletê hîna tu tiştek nekiriye. Em bang dikin ku demildest girtî bên berdan.”
 
 
‘Bila girtiyên nexweş bên berdan ku em bi pêvajoyê bawer bikin’
 
Asya Ozlu jî daxuyakirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan û wiha vegot: “Pêvajo ji bo fêdeya hemû gelane. Em piştgiriyê didin serokê xwe. Lê hîna dewletê gavek navêtiye. Divê dewlet girtiyên nexweş û hemû girtiyan berde ku em bi pêvajoyê bawer bikin. Aştî ji bo hemû kesî ye. Em azadiya serokê xwe dixwazin.”
 
‘Divê hemû girtî bên berdan’
 
Reyhan Akdag jî destnîşan kir ku daxwaza wan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Bila ji pêvajoyê netirsin. Vê têkoşînê bi serokê me dest pê kir û wê aştî jî bi saya wî pêk bê. Divê demildest girtiyan berdin. Divê serokê me azad be. Ev du sale dewletê tu gav navêtiye. Kurd ne Kurdên berê ne. Kes nikare Kurdan bixapîne.”
 
‘Em bi serokê xwe bawerin’
 
Fatima Babat jî wiha anî ziman: “Em azadiya serokê xwe û girtiyên siyasî dixwazin. Divê girityan berdin. Ev zilm divê bidawî be. Em aştiyê dixwazin. Em bi serokê xwe bawerin.”
 
Halîme Bîlen jî diyar kir ku di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtî azad bin û got: “Divê hemû girtî bên berdan û azad bin. Daxwaza me aştiye. Em naxwazin pêvajo xera bibe. Em naxwazin xwîn birêje, em naxwazin kezeba dayikan bişewite.”