Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de dîwarên nayên dîtin

  • 09:02 30 Cotmeh 2026
  • Jineolojî
Zayendperestî îdeolojiya desthilatdariya herî kevn a dîrokê ye û ji ber vê jî hedefa ewil a tundiya rêxistinirî jin û civaka li dora jinê ye. Di perestgehên dîroka kevn a beriya zayînê salên 12.000’î daneyên xurt ên şopa qirkirina jinê hene. Li şûna ev rewş wek dijminahiya mêr a li hember jinê bê destgirtin, civakên nêçîrê tekela tundî û destilatdariyê li ser klanên dayikê pêk anîne. 
 
Zeynep Beydagi
 
Yên êriş li wan tên kirin ne tenê jin, klanên dora jinê nirx û endamên klanan hedef tê girtin. Tundiya li ser jinê ne gav bi gav, di destpêkê de bi awayekî herî xurt derketiye holê. Bi îfadeya Rebeca Solnît ‘nîjad, çîn,netew û ola tundiyê tune ye lê zayendeke tundiyê heye’. (Rebecca Solnit, Mêrên xwe li ser min ferz dikin)
 
Beden, ked û hebûna jinê bi tevanî neyê binpêkirin ne pêkan e pergala serdest li ser piyan bimîne. Li gorî encamên tundiyê ev ji hev tên veqetandin û sedem û çareseriya wê pêk nayê. Abdullah Ocalan vê rastiyê wek ‘çanda tecawizê’ rave dike. Çanda destdirêjiyê, pêşî li ber êrîşên li ser jinan vedike. Di vê rastiyê de îstîsna ye ku jin tundiyê nebînin. 
 
Jin hîna tê binpêkirin û tundî hîna zindî ye. Binpêkirina li ser jinan li ser gelan û bindestan jî pêk hatiye. Ev mînaka herî şênber a destdirêjiyê ye. Di şeran de destdirêjî wek çek hatiye bikaranîn, mêrên ciwan hatine hadimkirin, wek burokratên dewletê hatine xebitandin. Dewlet û malbat, pergala hiqûqî û têkiliya jin û mêr, girêdayê hev in. Ji hiqûq û mîtolojiyên împaratoriyên ewil ên dîrokê, heta olên yek xweda û rastgirên muhafazakar ên îroyîn, jin wek maşîneya welidînê hatiye dîtin û ev stratejiya wan e. Hiyerarşiya di navbera mêran de jî li dijî jinê rola xweda bidest dixe. Ev rewş jî vediguhere astên nasnameyê ya li ser jin û mêr xwe heyî dike.
 
Sedema ku hiqûq bi tena serê xwe çareseriyê pêk nayne, rastiyek e. Jinên piştî destberdanê piştgiriyê nabînin, bi pirsgirêkên hîn girantir re tên rû hev. Ji ber malbat, heval û derdor piştgiriyê nadin, jin têkoşînên zehmet didin. Astengiya herî mezin a li pêş têkoşîna li dijî tundiyê, rastiya ku tundiya mêr tê rewakirinê ye. Çawa ku çavkaniya tundiyê ne fitrata mêr e, çareserî jî ne tehemula jinê ye.
 
Li dijî tundiyê hişmendî, îrade û guhertina jiyanê ya jinan aliyê din ên gavên ku divê bên avêtinê ne. Lê piştî ji ber ku jin piştgiriyê nabînin û rêbazeke din tuneye dîsa mêrê ku tundî lê kiriye an jî mêrekî din tê tercîhkirin. Di vê nokteyê de divê rêbazên jiyana komunal bi awayekî xurt bikevin pratîkê.
 
Dema ev rêbazên jiyana komunal bikevin pratîkê jî divê polîtîkayên der barê gumanbarê tundiyê de jî bên pêşxistin. Hannah Arendt diyar dike ku tundî di encama bê îqtîdarî yan jî krîza îqtîdarê de derdikeve holê. Di êrîşên mêran ên li hember jinan de ev bi awayekî zelal dikare bê analîzkirin. Dema jin biryarên veqetînê, destberdanê didin êriş li wan tên kirin. Di vê nokteyê de tundî ji nû ve ji bo avakirina îqtîdariya xwe tê kirin. Tundî vediguhere rîtuela îstpatkirina mêr.
 
Mêrên di nav çerxa kapîtalîzmê de têk diçin, tenê dimînin û travmatîk in, ji bo xwe bidin xuyakirin hewl didin. Ev di fîlmên wekî Joker, Kluba Şer, Ajokarê Teqsiyê de ev karekterên mêr tên vegotin. Divê mêr û jin di rolên sabît de neyên pênasekirin û di kategoriyekê de neyên destgirtin. Her mêrek ne potansiyela tundiyê her jinek ne di kategoriya mexdurbûnê de ye. Em mêrên rêzdar çawa bigihînin, çawa perwerde bikin, ev mijarên ku berpirsyariyê dixwazine.
 
Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de yek ji dîwarên ku nayê dîtinê, qada cemawerî-qada taybet e. Qada taybet wek qada serdest a ji mêr re hatiye tahsîskirinê tê dîtin. Di sedsala 21’ê de tundiyê bandor li her qada civakê kiriye û tundî êdî li pişt deriyê girtî namîne bi lez tê deşîfrekirin. Tundiya ji ber dewletê ya herêmî û global pêk tê û tundiya şexsî ya di nav civakê de hev mezin dikin.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş dê bi sernavê ‘Xefika Azadiyê: Tercîha tê, razîbûna kê’ bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 38’an a mijara dosyaya ‘Tundî û berxwedan’ a Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.