Xwendekaran daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

  • 11:53 21 Îlon 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademiya Lêkolînên Perwerdehiyê û xwendekarên ji çend dibistanên Qamişlo daxwaza pejirandina perwerdehiya bi zimanê Kurdî li dibistanan kirin û diyr kirin ku sînordarkirina wê bi sê demjimêran di hefteyê de ne li gorî daxwazên xwendekaran û civaka Kurdî ye, û ne jî mafê wan ê perwerdehiya bi zimanê dayikê garantî dike.
 
Bertekên li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê, ku perwerdehiya zimanê Kurdî bi 3 demjimêran di hefteyê de sînordar kiriye, berdewam dikim.
 
Di vê çarçoveyê de, Akademiya Lêkolînên Perwerdehiyê ya Qamişlo îro li ber avahiya UNHCR`ê ya li bajêr, bi amadebûna bi dehan xwendekar û endamên akademiyê, daxuyaniyek da.
 
Daxuyanî ji hêla endamê akademiyê Mehdî Huseyîn ve hate xwendin, ku destnîşan kir ku zimanê Kurdî ne tenê amûrek ragihandinê ye, lê stûnek bingehîn a nasnameya çandî û hebûna neteweyî ya gelê Kurd li Sûriyeyê ye.
 
Akademiyê daxwaza naskirina destûrî ya zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li Sûriyeyê, li kêleka zimanê Erebî kir, har wiha daxwaz kir ku zimanê Kurdî di qada giştî û saziyên fermî û perwerdeyê de, li gorî prensîbên hemwelatîbûna wekhev û pirrengiyê were bikaranîn.
 
Her wiha daxwaza pejirandina zimanê Kurdî wekî zimanekî sereke yê perwerdyê li deverên ku piranî Kurd lê dijîn kir.
 
Di dawiya çalakiyê de, komîteyek ji Akademiya Lêkolînên Perwerdehiyê daxwaznameya xwepêşkêşî Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) kir.
 
Xwendekarên ji çend dibistanên taxa Xerbî ya Qamişloyê li ber Dibistana Abdulwehab Meqsûd kom bûn û daxuyaniyek dan. daxuyanî ji hêla xwendekara bi navê Talin Rifat Xelîl ve hate xwendin.
 
Di daxuyanyê de hat gotin: "Em biryara Wezareta Perwerdehiyê ya veqetandina tenê 3 dersan ji bo zimanê Kurdî red dikin. Ziman nasname û dîroka civaka Kurd e û ji bo gelê Kurd, ew beşekî hebûna wan e. Ji ber vê yekê, veqetandina tenê 3 dersan di dibistanan de dê bandorek neyînî li ser xwendekaran bike."
 
Di dawiya daxuyaniya xwe de, xwendekaran ji Wezareta Perwerdehiyê ya hikûmeta veguhêz xwestin ku biryara ku hatiye dayîn ji nû ve binirxîne.