Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bibîranîn

  • 15:57 20 Îlon 2026
  • Rojane
STENBOL - Dayika Şemiyê Guzel Şahîn, di salvegera 9’an a koçkirina xwe de li Stenbolê li ser gora xwe hat bibîranîn.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, Dayika Şemiyê Guzel Şahîn a ku jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera koçkirina wê ya 9’emînn de li taxa Gulsuyu ya navçeya Maltepeyê li ser gora wê bi bîr anî. Hevalên wê yên têkoşînê, malbat û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî bîranîna li Goristana Gulsuyuyê bûn.
 
Di bîranînê de Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz axivî û ev tişt got: “Dayikên me yên ku bi fizîkî ji nav me veqetiya hene. Em ê li pey têkoşîna wan bimeşin. Em hewl didin ku ji cihê ku wan hiştiye, bi qasî hêza xwe berdewam bikin. Dayika Guzel ez dibirim her derî, ez jî bi wê re diçûm. Dayika Guzel ji herkesî hez dikir.”
 
Piştre Dayika Şemiyê Selvî Gulmez axivî û anî ziman ku wan bi hev re têkoşîn kirine û got: “Ez Dayika Guzel bi hesret û rêz bi bîr tînim.”
 
 
Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Şaxê ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî got: “Dayika Guzel hestiyarî û têkoşînek bû. Me ew her dem di nav têkoşînê de nas kir. Çawa ku jiya, wiha ji nav me veqetiya. Bûn nûnerên kevneşopiya ku ji Dîdar Şensoy û vir ve maye. Ez hêvî dikim ku em jî bikaribin vê kevneşopiyê bi layiqî bidomînin. Ez wê bi hesret û hezkirineke mezin bi bîr tînim.”
 
 
Di dawiyê de keça Guzel Şahîn, Meral Nergîs Şahîn axivî û bal kişand ser têkoşîna dêya xwe û nameya xwişk û birayên xwe yên ku neçar mabûn ji welat derkevin xwend.
 
Di nameyê de ev tişt hatin diyar kirin: “Ew tu carî ji me neveqetiya. Ew bi nirxên ku li pey xwe hiştine, bi têkoşînê, bi hezkirina mirovan û bi berxwedêriya xwe dijî. Di her bêhnvedana me de, di her dirûşmên ku em berz dikin de, di hêrsa me ya li dijî zaliman de, di lêgerîna me ya maf û edaletê de û di çeperên me yên berxwedanê de her dem di kêleka me de bû çavkaniyeke hêz û berxwedanê. Em ji wê çavkaniya zelal xwedî bûn, xwedî dibin û dema ku ber bi paşerojê ve dimeşin jî dê xwedîkirina xwe berdewam bikin. Jiyana Dayika Guzel jî vê yekê fêrî me dike. Wê bi jiyana xwe nîşanî me da ku mirovbûn, piştgirî, berxwedan û parastina hêvştê çi ye. Em Dayika Guzel bi hezkirin, rêz û hesret bi bîr tînin. Em ê bi ser bikevin.”
 
Bîranîn bi belavkirina loqmeyan bi dawî bû.