Ji bo Rojava bang: Li dijî provokasyonan têkoşîna hevpar
- 09:04 17 Îlon 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Jinan diyarkirin ku destkeftiyên 12 salan yên gelê Kurd û şoreşa jinan hedef tê girtin û ji bo Rojava banga têkoşîna hevpar hat kirin.
Der barê revandin û qetilkirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî, mudaxaleyên li dijî protestoyên li Kobanê û şewata li girtîgehê ku 9 kesî jiyana xwe ji dest dane, li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê bertek hat nîşandan. Jinan diyar kirin ku li pişt çeteyên ku komkujî kirine hikûmeta Şamê û Tirkiyeya ku piştgiriyê dide hikûmeta Şamê heye û got destkeftiyên 12 salan ên gelê Kurd û şoreşa jinan hedef tê girtin. Jinan banga têkoşîna yekbûyî kirin.
‘Şerê dixwazin ji nûve bidin destpêkirin tehdîd e’
Seroka Hejmar 2'yan a Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Zeynep Kişlak Yildirim da zanîn ku kedkar her tim li alî aştiyê ne û wiha got: “Em wek KESK’î li ku derê cîhanê dibe bila bibe, li alî aştiyê ne. Em ê her tim jî wisa bin. Niha li herêma sînorê me dixwazin dîsa şer derbixin. Ev tehdîde. Divê em li dijî vî şerî bin. Rayagiştî ya cîhanê divê bêdeng nemîne. Planên hêzên cuda yên cîhanê hene. Em naxwazin şer aştiyê tehdîd bike. Ez bang li hemû raya giştî ya cîhanê dikim ku hestiyar bin.”
‘Dixwazin destkeftiyan vala derxînin’
Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Nazmiye Ulker jî diyar kir ku destkeftiyên li Rojava bi şoreşa jinê hatine bidestxistin hedef tê girtin û wiha domand: “Hêzên nayên xwestin provakasyonan dikin û dixwazin Kurdan hem ji derveyê entegrasyonê bigirin û hem jî destkeftiyên 12 salan vala derxînin. Kurdan heta niha tecrubeyên girîng bidestxistine. Şoreşa jinê ji bo hemû gelan jiyanek nû ava dike û ji ber vê naxwazin jî tehdîda ‘Em ê qetilkirinê bikin’ dikin.”
Nazmiye Ulker balkişand ser astengiyên li ser perwerdehiya ziman û newekheviyan û got: “Zimanê dayikê li wir daxistine 3 saetan. Ev jî nîşan dide ku entegrasyon li wir çiqas bê maf tê meşandin. Divê bi awayekî wekhev perwerdehiya bi ziman bê dayîn.”
‘Ji bo şoreşê li dijî xespkirina maf têkoşîna hevpar’
Ji Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst Alev Palo jî wiha got: “Bi hatina HTŞ’ê re ji komeke wisa dijminê jinê ev dihat payîn. Piştî şoreşa jinê ev polîtîkayên HTŞ’ê ne tiştekî ku me nedipa bû. Li dijî Kurd, jin û Elewiyan zextên wisa jî normal in. Sosyalîstin Tirkiyeyê bi salane piştgiriyê didin Rojava. Divê ev piştgirî bidome. Divê kes bêdeng nemîne û jinên Kurd ligel hev têkoşînê bidin. Dema em ji ciwanên Kurd re mijara Kurd dibêjin em Rojava vedibêjin.”
‘Ji bilî yekitiyê çare nîne’
Raîfe Cîrîk jî ku tevli çalakiya li dijî komujiyê bû bertek nîşanê bêdadî û komkujiyan da û got wê dest ji têkoşîna aştî û yekitiyê bernedin. Raîfe Cîrîk da zanîn ku ew van pêkanîna qebûl nakin û ji bilî yekitiya gelê Kurd çare nîne.
‘Sozên hatine gotin divê bên cih’
Ji rêveberiya DEM Partiyê Ayten Kaya jî destnîşan ki rku zextên hikûmeta Şamê û çeteyan bêbaweriyê diafirîne û wiha pê de çû: “Di hevdîtinên entegrasyonê de tiştekî wisa mirovan dide fikirîn û rê li ber bêbaweriyê vedie. Sozên ku dewletan dane gelê Kurd divê bînin cih. Divê gumanbar bên dîtin.”
Hevseroka DEM Partî ya Arnavutkoy Aysel Ozturk jî bertek nîşan da û daxuyakirin ku li pişt tiştên hatine jiyîn hêzên tarî hene û aştiyê hedef digirin. Ayten Ozturk got: “Ev provakasyon e. Wê provakasyon li Tirkiye û Rojhilata Navîn bidome. Ev çete wê vala nemînin. Bê guman li pişt van hêzan dewlet hene. Çete bi tena serê xwe nikarin tiştekî bikin. Em naxwazin ev pêvajo bê sabotekirin. Bila kes nemire û dayik negirin."







