Dayikên Şemiyê di roja 1120'an a çalakiya xwe de banga edaletê kirin

  • 15:26 12 Îlon 2026
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê ku li Qada Galatasarayê hatin ba hev, di çalakiya xwe ya 1120'an de banga edalet û hevrûbûnê kirin û aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn.
 
Dayikên /Mirovên Şemiyê ku di hefteya 1120’an de ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û ji bo darizandina faîlan, li Qada Galatasarayê ya li Beyoglu ya Stenbolê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê wêneyên windayan û qurnefîl hatin hildan. Gelek parêzvanên maf beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Kenan Bîlgîn hate pirsîn ku 12’ê Îlona 1994’an li Enqereyê di bin çavan de hate windakirin.
 
Nûnerê Stenbolê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) Umît Efe, daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Umit Efe bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên ku di dema derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yÎ de pêk hatibûn û diyar kir ku di dema derbeyê de gelek kes ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine binçavkirin û îşkencekirin, û piştre jî binçavkirina wan wan hatiye înkarkirin.
 
Piştre birayê Kenan Bîlgîn Îrfan Bîlgîn bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Eger dewlet di derbarê pêvajoya aştiyê de dilsoz be, divê rûbirûyê van pêkanînên li dijî mirovahiyê bibe. Heya ku vê yekê neke, dê li vî welatî aştî pêk neyê."
 
Çalakî bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.