Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan tên bibîranîn

  • 12:20 12 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên bibîranînê yên ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin.
 
Çalakiyên bibîranînê, bi pêşengiya Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirine(MEBYA-DER) de, ji bo rêzgirtina li wan kesên ku di dem û cihên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, têne lidarxistin dewam dikin.
 
Mêrsîn
 
Hejmareke mezin a mirovan beşdarî roja duyemîn a merasîma bibîranînê bûn ku li Mala Şînê ya li Taxa Güneşê ya navçeya Akdenizê ya Mêrsînê hat lidarxistin. Li cihê çalakiyê pankartên bi nivîsên "Şehîdên me rûmeta me ne", "Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin" û "Şehîd namirin" hatin daliqandin. Li ser maseyên ku ji bo çalakiyê hatibûn amadekirin, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane ligel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qerenfilên sor û alên biçûk ên zer, sor û kesk hatibûn danîn.
 
Dema ku malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştin cihê şînê, girseyê ew bi çepikan û dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" pêşwazî kirin. Bi sendan kes tevli çalakiyê bûn.
 
Hezex
 
Roja duyemîn a bernameya bibîranînê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ku li Mala Sersaxiyê ya Mizgefta li Taxa Atakent a Hezexê dihat lidarxistinbi herikîna zêde ya kesên ku serdan kirin didome. Wêneyên şehîdan li cihê çalakiyê hatin danîn û mase bi kulîlk û rengên sor, zer û kesk hatin xemilandin. Pankartên bi nivîsên "Şehîd ronahiya rêya me ne" û "Şehîdên me rûmeta me ne" li wir hatin daliqandin û posterekî mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
 
Di heman demê de, dengê dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" li cihê çalakiyê bilind dibe û bi çepik û tilîliyan piştgirî tê dayîn.
 
Sîlopiya
 
Bernameya bibîranînê ya ku li Mizgefta Vali Kamil Acun a li Taxa Dicle ya Silopiyayê dihat lidarxistin, di saetên serê sibehê de dest pê kir. Wêneyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li ser maseyên li cihê çalakiyê hatin danîn. Wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Şehîd ronahiya rêya me ne" û "Şehîdên me rûmeta me ne" li wir hatin daliqandin. Dayikên Aştiyê yên ku beşdarî çalakiyê bûn, li nêzîkî mala sersaxiyê kom bûn û bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" ber bi cihê bibîranînê ve meşiyan. Malbat û kesên çûn serdanê Dayikên Aştiyê bi çepikên li ser piyan pêşwazî kirin; çepik û dirûşme ji bo demeke dirêj berdewam kirin.
 
Qileban
 
Li navçeya Qilebanê, roja duyemîn a merasîma bîranînê ya ku ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane ji aliyê MEBYA-DER'ê ve li Mala Şîniyê ya Taxa Şantiyeyê ya Roboskîyê hatibû organîzekirin, bi serdanan dest pê kir. Li cihê merasîmê pankartên bi nivîsên "Şehîdên me rûmeta me ne" û "Şehîd ronahiya rêya me ne" hatin daliqandin. Di bîranînê de ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî lê hebû, li ber wêneyên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, qurnefîlên sor hatin danîn.
 
Elkê
 
Bernameya bîranînê ya ji bo Sozdar Abi (Jinda Faraşîn) ku li pêşiya mala malbatê ya li gundê Germavê yê Elkê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û gelek caran dirûşma "Şehîd namirin" berz kirin.
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zeki İrmez di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew ê mîrateya têkoşînê ya kesên jiyana xwe ji dest dane biparêzin û wê têkoşînê berfireh bikin.
 
Merasîma bîranînê dê îro piştî xwendina Mewlûdê bi dawî bibe.