Li Amedê ji bo têkoşerên ku jiyana xwe ji dest dan mewlûd
- 12:10 12 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Li Amedê ji bo têkoşerên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan di roja 3'emîn a bîranîna tê lidarxisitn de mewlûd hat dayîn.
Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) a Amedê de ji bo têkoşerên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Eywana Yeterler a Amedê bernameya bîranînê di roja 3'yan de berdewam dike. Li eywanê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin”, “Em bi we serbilind in cangoriyên Kurdistanê” û “Şehîd Namirin” hat daliqandin. Her wiha li maseyên malbat li ber wêneyên zarokên xwe rûniştibûn jî ala kesk, sor û zer hatin xemilandin.
Sê rojin bi hezaran kesên ku tên serdana malbatan dikin û sersaxiyê dixwazin, vê serê sibehê jî berê xwe dan cihê bîranînê.
Di bîranînê dê saet 15.00’an de ji bo têkoşerên jiyana xwe ji dest dane sînevîzyona hatiye amadekiriin bê nîşandan û piştre dê bîranîn bi dawî bibe.
Farqîn
Roja sêyemîn a merasîma bîranînê ya ku li Mala Şînê ya Mehmet Emin Karakûş a li navçeya Farqînê bi pêşengiya MEBYA-DER'ê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, tê lidarxistin, bi serdanên girseyî dest pê kir. Wêneyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabe, li ser maseyên li cihê merasîmê hatin danîn. Posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ligel alayên kesk, zer û sor û pankartên ku dirûşmeyên "Şehîdên me rumeta me ne" û "Şehîd namirin" li ser wan hatibûn nivîsandin, hatin daliqandin. Rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û bi sedan welatî beşdarî vê merasîma bîranînê bûn ku danê sibehê dest pê kir. Mewlûd hat xwendin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi awayekî berdewam hatin berzkirin.
Merasîma bîranînê dê bi nîşandana sînevîzyonekê ku ji bo saet 15:00'an hatiye plankirin, bi dawî bibe.
Her wiha hejmareke mezin a mirovan serdana merasîmên bîranînê yên li navçeyên Karaz û Bismilê yên Amedê dikin. Di van çalakiyan de dê Mewlûd bê xwendin û li pey wê jî dê sînevîzyonek der barê çîrokên jiyana kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bê nîşandan.







