Li Amedê ji bo têkoşerên ku jiyana xwe ji dest dan mewlûd 2026-09-12 12:10:57   AMED - Li Amedê ji bo têkoşerên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan di roja 3'emîn a bîranîna tê lidarxisitn de mewlûd hat dayîn.     Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) a Amedê de ji bo têkoşerên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Eywana Yeterler a Amedê bernameya bîranînê di roja 3'yan de berdewam dike. Li eywanê  wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin”, “Em bi we serbilind in cangoriyên Kurdistanê” û “Şehîd Namirin” hat daliqandin. Her wiha li maseyên malbat li ber wêneyên zarokên xwe rûniştibûn  jî ala kesk, sor û zer hatin xemilandin.   Sê rojin bi hezaran kesên ku tên serdana malbatan dikin û sersaxiyê dixwazin, vê serê sibehê jî berê xwe dan cihê bîranînê.   Di bîranînê dê saet 15.00’an de ji bo têkoşerên jiyana xwe ji dest dane sînevîzyona hatiye amadekiriin bê nîşandan û piştre dê bîranîn bi dawî bibe.   Li navçeyên Amedê jî dê bîranîn bi mewlîdên bên dayîn  bi dawî bibe.