Li Şirnexê bîranîn wê sibê dest pê bikin

  • 18:35 10 Îlon 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - EndamênTevgera Azadiyê yên li cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane dê sibe li navenda Şirnexê û navçeyên Silopya, Hezex, Qileban û Elkê werin bîranîn.
 
Li navenda Şirnexê û navçeyên Silopya, Elkê, Hezex û Qilebanê bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê dê sibe ji bo endamên tevgera azadiyê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane şîn were danîn.
 
Taziyeya were danîn dê sibe saet 09.00’an dest pê bike û 3 rojan berdewam bike. Roja 3’emîn dê ji bo cangoriyên azadiyê mewlûd were xwendin.
 
Cihên ku taziyeyê lê were danîn wiha ne;
 
Şirnex:Mala Şînê ya Mehmet Emîn Acar a li taxa Yeşîlyûrtê