Bernameyên bibîranîna têkoşerên azadiyê dewam dikin

  • 13:14 10 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dîlok, Sêrt, Wan, Mûş, Stenbol, Mêrsîn, Edene û Hatayê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê bernameyên bîranînê tên lidarxistin. Bîranînên bi tevlibûna hezaran kesan pêk tê û di bernameyan de hate destnîşankirin ku ew bi têkoşîn û keda cangoriyan gihîştine van rojan.
 
Li Dîlok, Sêrt, Wan, Mûş, Stenbol, Mêrsîn, Edene û Hatayê ji bo endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li dever û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi pêşengiya MEBYA-DER'ê bernameyên bîranînê tên lidarxistin. Li her sê bajaran jî bernameyan îro dest pê kir û dê sê rojan berdewam bike.
 
Dîlok
 
Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê ji bo kesên ku di dîrok û herêmên cUda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê, li Tesîsa Firatê ku li taxa Fıratê ye hate lidarxistin. Li salona ku bîranîn lê tê pêkanîn, pankarta “Şehîdên me rûmeta me ne” û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyan hatin daliqandin. Bîranînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyan dest pê kir. Malbatên cangoriyan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li bûn û bênavber dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.
 
 
‘Gelê Kurd bi berdêlên mezin gihiştiye van rojan’
 
Hevberdevka MEBYA-DER'a Dîlokê Ayşe Yalçin di bîranînê de axivî û bal kişand ser dîrok û berxwedanên gelê Kurd û wiha got: “Gelê Kurd bi bedelên mezin û berxwedaneke bênavber gihişt van rojan. Têkoşîn û bîranîna şehîdan wê rêya me ronî bike.”
 
Bernameya bîranînê bi girseyek qerebalix dest pê kir, wê sê rojan bidome û ji saet 10:00an heta 18.30an serdan bên kirin.
 
Sêrt
 
Endamên Tevgera Azadiyê yên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de di dîrok û li cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, dê sê rojan li Eywana Dawetê ya Ûgûrê ya Sêrtê bên bibîranîn. Malbatên şehîdan, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Giştî Keskîn Bayindir, parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, TJA, Dayîkên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û gelek welatî tev li bernameya bîranînê dibin. Pankartên ku li ser wan “Em deyndarê şehîdên xwe ne, şehîdên me rûmeta me ne” , “Şehîd ronahiya rêya me ne” , “Xelayên cangoriyan bi rêxistinbûyîn û xwedî derketinê pêkan e” û “Me şehîd ne spartine axê, spartine dilê xwe” hatin daliqandin. Bernameya bîranînê ji bo şehîdan bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, diruşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
 
Bernameya bîranînê berdewam dike.
 
Mêrsîn
 
Li taxa Guneşê ya navçeya Akdenizê, di pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), li Mala Şînê ya Guneşê pakrawanên têkoşîna azadiya Kurd tê bîranîn.
 
Li mala şînê pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin” û “Şehîd namirin” hatin daliqandin. Li ser maseyên ku ji bo bîranînê hatibûn amadekirin, li gel rengên kes, sor û zer, wêneya şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qurnefîl hatin danîn.
 
Bîranîn bi hatina malbatên pakrawanên têkoşîna azadiyê ya bo salonê û bi dirûşma “Şehîd namirin” dest pê kir.
 
 
Edene
 
Li taxa Ova ya navçeya Seyhanê, bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AKKAY-DER), li Mala Şînê ya Ovayê bîranîn tê lidarxistin. Li cihê bîranînê pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin” û “Şehîd namirin” li gel poster ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Li ser maseyên ku ji bo bîranînê hatine amadekirin, wêneyên şehîdan, wêneyê Abdullah Ocalan û qurnefîl hatin danîn. Bîranîn bi hatina malbatên malbatên şehîdan ji bo cihê bernameyê, bi dirûşma “Şehîd namirin” dest pê kir. Di bîranînê de bi domdarî dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin.
 
Bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, gel serdana malbatan kir û sersaxî xwest.
 
 
Hatay
 
Li navçeya Dortyolê ya Hatayê, ji bo Hesen Bîndal (Edîp Sirça) ê ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabû, li mala malbatê şîn hat danîn. Malbat û xizmên Hesen Bîndal, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî şînê bûn.
 
Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne
 
Wan 
 
Li navçeyên Rêya Armûşê, Erdîş, Qelqelî û Ebexê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bîranîn tên lidarxistin. Bi hezaran welatî serdana bîranînan dikin.
 
Bi pêşengiya Komeleya Yêkitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEYAB-DER) ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di cîh û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê, li taxa Çelebîbag a navçeya Erdîşê, li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Qelqeliyê û gelek gundên navçeya Ebexê yên Wanê bîranîn tên lidarxistin. Welatiyên Wanî bi girseyî serdana bîranînan dikin û sersaxiyê didin malbatan.
 
 
Rêya Armûşê 
 
Li Eywana Vexwendinê ya Radû ya li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bîranîn tê lidarxistin. Wêneyên şehîdan li ser maseyan hatine danîn û malbat li pişt wêneyên zarokên xwe disekinin. Bi hezaran welatî ji bo şehîdan bi bîr bînin serdana bîranînê dikin û sersaxiyê didin malbatan.
 
Di bîranînê de ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin û sirûda “Ey Reqîp” hat xwendin. Piştî rêzgirtinê eywanê bi hev re dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin. Ciwanên DEM Partiyê jî bi wêneyeke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdana bîranînê kirin û di nava eywanê de bi dirûşman meşiyan. Welatî û malbatên şehîdan jî tev li ciwanan bûn û bi hev re dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.
 
Bîranîn wê 3 rojan bidome û dê di roja dawî de bi tevlibûna navçeyên Erdîş, Qelqelî û Ebexê bîranîneke giştî bê lidarxistin.
 
Qelqelî
 
Ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li navçeya Qelqeliyê jî bîranîn tê lidarxistin. Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên Platforma Saziyên Demokratîk û bi hezaran welatî tev li bîranînê bûn. Eywana ku bîranîn lê tê lidarxistin, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û bi pankarta “Em şopdarî rêya wa ne” hatin xemilandin.
 
 
‘Şehîd Namirin’
 
Bernameya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo şehîdan dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin û pişt re dia hatin xwendin. Bernameya bîranînê ya li Qelqeliyê wê 3 rojan berdewam bike.
 
 
Erdîş
 
Li navçeya Erdîşê jî ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane bîranîn tê lidarxistin. Bîranîn li Eywana Vexwendinê ya Karnavalê ya li Taxa Çelebîbagê tê lidarxistin û wê 3 rojan bidome. Bîranîn bi beşdarbûna Dayikên Aştiyê, Parlementerên DEM Partiyê yên Wanê, Platforma Saziyên Demokratîk û bi tevlibûna bi sedan welatiyan dest pê kir. Eywana bîranînê bi wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û bi pankartên “Şehîdên me Rûmeta me ne ” û “Şehit Namirin” “Em Şehîdên Azadîyê bi bîr tînin” hate xemilandin.
 
 
Di destpêka bîranînê de ji bo şehîdan deqeyek rêz hate girtin, dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hate berz kirin û dia hatin xwendin.
 
 
Ebex
 
Li navçeya Ebexê jî malbatan li gundên Nezrave, Tikme, Kel û Selik şîn danîn. Şînên şehîdan bi serdanan wê 3 rojan bidome û piştre ew jî dê di 12ê mehê de tev li bîranîna giştî ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bibin.
 
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn
 
Di pêşengtiya MEBYA-DERê de li Mûş û Stenbolê bernameyên bîranîna şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, tên lidarxistin.
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li Stenbolê û Mûşê ji bo endamên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bernameya bîranînê tên lidarxistin.
 
 
Mûş
 
Bi pêşengiya MEBYA-DERê, li navçeyên Gimgim, Kop, Milazgîr û navenda Mûşê ji bo şehîdên Têkişîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bîranîn tên lidarxistin.
 
Bîranîn, ji bo şehîdan deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînan de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Şehîdên me rûmeta me ne” hatin daliqandin.
 
 
Di eywana bîranînê de wêneyên şehîdên Tevgera Azadiyê ên di dem û deverên cuda jiyana xwe ji dest dane li ser ser masayan hatin danîn. Gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Li Kopê jî gelek kes beşdarî bîranîna li Taxa Cûmhûriyetê tê lidarxistin bûn. Li Milazgirê jî bîranîn hat danîn û bi serdanên girseyî didome.
 
Biranîn bi serdanan didomin.
 
Stenbol
 
Malbatê şehîdan, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tev li bernameyên bîranînê dibin. Li Esenyûrtê bîranîn li avahiya DEM Partiyê hate lidarxistin. Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qerenfîl hatin danîn. Li eywanê pankarta “Şehîd Namirin” hate daliqandin.
 
 
Bernameya ji bo şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
 
Piştî rêzgirtinê malbata şehîdan axivîn û diyar kirin ku êşa wan yek e û gotin: “Em pê bawer in ku, tişta wan dixwest dê pêk were. Divê em negîrin. Şehîd şehîdên me tevahiyan e. Dema tevger tunebû, navê Kurdan tunebû. Îro bi tevgerê em bûn Kurd. Rêhevalên şehîdan pêvajoyê anî vê astê, divê em xwedî li pêvajoyê derkevin.”
 
Piştî axaftinan li sînevîzyon ku qala têkoşîna cangoriyan dikir, hate temaşekirin. Bîranîn bi serdanan û xwendina mewludê didome.