Pêşenga mafên jinan, Nazo Nîssan koça dawî kir

  • 15:11 6 Îlon 2026
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nazo Nîssan a ku bi salan ji bo perwerdehiya keçan û mafên jinan li Pencşîrê têkoşiya bû, li Kabîlê çû ser dilovaniya xwe. Wê di salên dijwar de ji bo xwendina zarokan gelek zehmetî kişandibûn.
 
Nazo Nîssan, ku bi eslê xwe ji Pencşîrê bû, di 4’ê Îlonê de, li Kabîlê koça dawî kir. Wê bi salan li Pencşîrê ji bo mafên jinan û bi taybetî ji bo perwerdehiya keçan xebitîbû.
 
Li gorî raporên hatine weşandin, di salên destpêkê yên serdema komarê de, dema ku gelek gund û geliyên Pencşîrê bê rê bûn, Nano Nîssan ji bo ku keç bikaribin perwerdehiyê bibînin, mesafeyên dirêj dimeşiya.