Wan dê ji bo aştiyê bimeşe
- 12:10 31 Tebax 2026
- Rojane
WAN - Platforma Ked û Demokrasîye û Platforma Saziyên Demokratîk ên Wanê, bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê sibê ji VAN AVM'ê heta Qada Bajêr meşekê li dar bixin.
Platforma Ked ê Demokrasîyê û Platforma Saziyên Demokratîk ên Wanê dê ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî ji VAN AVM'ê heta Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê bimeşin û daxuyaniyê bidin. Meş wê di saet 19:00an de bi dirûşma “Werin em dengê aştiyê bi hev re bilind bikin” dest pê bike û wê di saet 19:30an de jî li Qada Bajêr bi daxuyaniyekê biqede.










