‘Dewlet ceza dide zarokên mexdûr’
- 09:03 31 Tebax 2026
- Rojane
Devrîm Findik
STENBOL - Meryem Agar ya OHD’yî da zanîn ku tundî, xizanî û îhmalkariya ku zarokan ‘berbi sûc ve dibe’ nayê dîtin û got sererastkirina nû li şûna zarok biparêze, ceza dike û heps dike.
Pêşnûme Qanûna Parastina Zarokan ya di Lijneya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin û bû qanûn, li şûna tedbîrên parastina zarokan xurt bike, mekanîzmayên înfaza ceza berfireh dike û ji ber vê di hedefa rexneyan de ye. Bi sererastkirina di hukmên înfaz û ceza ya der barê ‘zarokên tevli pêvajoya edlî tên kirin’ de, ji bo zarokên di koma 12-18’an de di sûcên giran de cezayên girtîgehê hat zêdekirin.
Endama Komîsyona Mafê Zarokan a Bîrê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), parêzer Meryem Agar der barê mijarê de axivî.
‘Cezakirinê esas digire’
Meryem Agar da zanîn ku sererastkirina qanûnî ya dawî ji nêzîkatiyeke ku zarokan ‘baş bike û rehabîlîte bike’ wêdetir cezakirinê dihewîne û got: “Ji bo zarokên koma 12-18 salî di sûcên kuştina ji qestî û birîndarkirina giran ceza hatiye zêdekirin, ji bo zarokên navbera 15-18’î de derfetê cezayê muebetê hatiye dayîn. Her wiha li hember îhmala kontrol û lênerîna malbatê jî ceza hatine girankirin. Îstîsnaya temen a der barê hukmên tekerurê de ji 18’an daxistine 15’an. Di vî alî de polîtîkaya cezakirinê esas tê girtin.”
‘Girtîgeh cihên ku têkiliyên hêza serdest tê afirandinê ye’
Meryem Agar diyar kir ku esasgirtina rêbazeke înfazê ya xwe dispêre cezakirinê, li şûna parastina zarok, wan sewqê qada tundiyê dike û wiha domand: “Girtîgeh cihên ku hêzên têkiliyên serdest lê tên afirandinê ye. Ev der zarokan rehabîlîte nake. Divê zarok neyên girtin. Cihê zarokan ne girtîgeh in. Ev cezakirin wê rêjeyên sûc kêm nekin, berovajî vê wê zêde bike.”
‘Sedemên esas çima nayên çareserkirin’
Meryem Agar got di sererastkirinê de li şûna îfadeya ‘zarokên tevli sûc dibin’, îfadeya ‘zarokê di pêvajoya edlî de’ dikare erênî bê nirxandin lê jê wêdetir naçe û wiha domand: “Sererastkirin ji bo sedemên ku zarokan ber bi sûc ve dibe, xebatekê nahewîne. Sererastkirin ji bo zarok bi civakê bê qezenckirin tiştekî nabêje. Divê sedemên esas yên ku zarokan ber bi sûc ve dibin bên çareserkirin.”
‘Parastin ne bi pêvajoya edlî bi welidînê dest pê dike’
Meryem Agar wiha berdewam kir: “Berpirsyariya dewletê ya parastina zarokan ne piştî ku sûc bike an jî bikeve pêvajoya edlî, piştî ku zarok hat dinê destpê dike. Di xalên 41 û 61’ê de jî tê gotin ku li dijî her cureyê îstîsmar, tundî û xizaniyê divê dewlet zarokan biparêze. Dewlet vê berpirsyariyê nikare bi cezakirinê bîne cih.”
‘Dewlet ceza dide zarokên mexdûr’
Meryem Agar bi lêv kir ku patriyarka çawa li ser jinan birînan ava dike li ser zarokan jî dike û ev tişt bi lêv kir: “Serdestiya mêr û tundiya mêr zarokan bê parastin dihêle û binpê dike. Zarokên keç ji tundiya nav malê direvin û tevli sûc dibin. Zarokên kur jî heman awayî tevli sûc dibin. Dewleta her tim behsa pîroziya dewletê dike çima jin û zarokan naparêzin. Dewlet ceza dide zarokên mexdûr. Gavên ji aliyê dewletê ve tên avêtin Peymana Der barê Mafê Zarokan a NY’ê ku Tirkiye alîgirê wê ye jî binpê dike.”
Ji bo edaletê gavên divê bên avêtin
Meryem Agar gavên hiqûqî yên ku ji bo edaleta zarokan ji modela cezakirinê derbasî modela parastin û başkirinê bibe, ragihand û riyên çaresreiyê wiha destnîşan kir:
*Tora Xizmeta Civakî ya Pêşîgirtinê:Divê nexşerêya rîskên terkirina dibistanê, karkeriya zarokan û xizaniyê bê derxistin, navbera wezareta perwerdehî û malbatê de mekanîzmayên mudaxale û hişyarkirina zû bê avakirin.
*Tedbîrên alternatîf:Li şûna cezayê girtîgehê û girtinê, divê mekanîzmayên rehabîlîstasyonê bên avakirin.
*Başkirina rejîma înfazê:Divê dest ji pêkanîna girtina zarokan bê berdan; malên perwerdehiya zarokan veguherin saziyên ku piştgiriya psîkososyal û pîşeyê didin qezenckirin.
*Parastina statuya ‘mexdûr’ a zarok: Divê li kes, çete û rêxistinên ku zarokan ber bi sûc ve dibin, di asta jor de ceza bê birîn, zarok wek mexdûr bê qebûlkirin û parastin.
*Dadgehên zarokan yên tevahî:Divê dadgehên zarokan yên serbixwe li hemû bajaran bê avakirin.
*Perwerdehiyên Wekheviya Zayenda Civakî: Bi armanca têkoşîna li dijî zîhniyeta serdet ya mê rku tundiyê û çetebûnê xwedî dike, divê li dibistan û mekanîzmayên darazê perwerdehiyên wekheviya zqayenda civakî bên ferzkirin.







