Li dijî bajarbûnê jiyana ku xwe li axê girtiye

  • 09:06 21 Tebax 2026
  • Jiyan
ŞIRNEX - Fehîme Alturk, ya ku li pişt mala xwe ya li Qilebanê baxçeyekî çêdike, zêdetirî 20 salan e ku bi karê çandiniyê re mijûl dibe. Fehîme Alturk balê dikişîne ser girîngiya jiyana li gel xwezayê, bi taybetî jî li hemberî pêvajoya bajarbûna zêde.
 
Di demeke ku bajar her ku diçe bi betonê tên nixumandin û bîra axê di bin dîwar û asfaltê de tê veşartin, Fehîme Alturk a 54 salî ku niştecîha navçeya Qilebanê ya Şirnexê ye, bi her şitileke ku diçîne re têkiliyê bi axê re datîne û bi her berhevkirinê re encamên keda xwe zêde dike. Fehîme Alturk ne tenê sebzeyan di baxçeyê xwe de diçîne; ew her wiha wê têkiliya hilberîn, lênêrîn û jiyanê ya ku jinan bi sedsalan e bi axê re ava kirine, didomîne. Bi redkirina terikandina axê di nava jiyaneke ku ji aliyê betonê ve hatiye dorpêçkirin de, e jin hem bîrê û hem jî jiyanê diparêzin û têkiliya xwe ya bi xwezayê re digihînin pêşerojê.
 
Fehîme Alturk, ya ku bi rêya baxçeyê li pişt mala xwe têkiliya xwe ya bi axê re diparêze, behsa pêvajoya çandiniyê û wateya axê ji bo xwe kir.
 
 
Li baxçeyê xwe cûrbecûr sebza û fêkî çandiye
 
Fehîme Alturk ku çandiniya baxçeyê xwe wekî karê jiyana xwe û çalakiyeke berxwedanê pênase dike, got: "Em di destpêka havînê de baxçeyê xwe diçînin û ev pêvajo heta payîzê berdewam dike. Ez cûrbecûr berhemên ku di nav de fêkî, sebze û şînatî heye diçînim. Di payîzê de em berhemên xwe kom dikin. Em her tiştê ku berhev dikin bi rêbazên cuda ji bo zivistanê diparêzin: yên ku divê werin hişkkirin em hişk dikin û yên din jî em dixin torbeyan û di cemidandê de hiltînin. Em van berheman di dirêjahiya zivistan û biharê de dixwin û dema hewa germ dibe, em baxçeyê xwe ji nû ve diçînin."
 
 
‘Hewldan û dayîna kedê ji kirînê çêtir e’
 
Fehîme Alturk diyar kir ku ew her sal baxçeyekî çêdike û got: “Ev zêdetirî 20 salan e ku ev kar berdewam dike. Ez her cûre berhemên ku tên bîra min diçînim; bacanê sor, pîvaz, îsot, kundir, bamye û gelek cureyên din ên sebze diçînim. Em berhemên teze yên ku heta payîzê digihên, dixwin. Tama tiştên ku em bi destên xwe diçînin xweştir e. Hewldan û dayîna kedê ji kirîna tiştên amade çêtir e. Buhayê tiştan çi qasî bilind bibe jî, mirov dîsa dikare fêkî û sebzeyên erzan bibîne, lê ez hez dikim wan berheman bixwim ku min bi xwe çandine. Di her berhemeke ku mezin dibe de, ked û destlêdana min heye. Her wiha ez bi xebata bi axê re jî gelekî kêfxweş dibim.”
‘Ez xwe bi şans dibînim’
 
Fehîme Alturk ku ji ber parastina têkiliya xwe ya bi axê re xwe bi şans dibîne, got: “Hin kes qet xwediyê baxçeyekî nînin, lê em xwediyê wî ne. Lewma ez bi şans im. Pirsgirêka herî mezin a ku em di dema çandiniyê de pê re rû bi rû dimînin, av e. Wekî mînak, sala borî me nikaribû gelek tişt biçanda ji ber ku têra xwe av tune bû. Îsal baran barî, lê zîpikê zirar da berheman, lewma bi qasî ku min hêvî dikir berhem ne ewqasa baş bû. Du sal berê, berhem gelekî baş bûn. Em dema xwe bi xebata li ser axê derbas dikin.”
 
‘Li şûna betonê, gavavêtina li ser axê’
 
Fehîme Alturk bal kişand ser wê yekê ku di nava betonê de mirov dîsa jî bikaribe çandiniyê bike hesteke gelekî xweş e û got: “Her der bi avahiyên bilind tije bûye. Jiyana ku di wan avahiyan de derbas dibe, ne xweş e. Jiyana bi xwezayê re têkildar ji bo min xweştir e. Heta tenê gavavêtina li ser axê li şûna betonê jî hesteke gelekî xweş dide mirov.”